Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike

img

AMED – Bawer Berşev ê ji Sekrterya Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kir ku ew ê di 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de li ser medya civakî de bi sernavê “Ez di zimanê zikmakî de perwerdehiyê dixwazim” kampanya îmzeyan bidin destpêkirin û banga piştevaniya kampanyayê kir. 

Bawer Berşev ê Endamê Sekrterya Tora Ziman û Çanda Kurdî bi boneya 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî derbarê xebatên xwe de agahî da ajansa me. Berşev ragihand ku ew ê di 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de li ser platformên medya sosyal de bi sernavê “Ez di zimanê zikmakî de perwerdehiyê dixwazim” kampanya îmzeyan a onlîne bidin destpêkirin û wê kampanya bi tevahî rêxistinên kurdan û komên ziman re birêve bibin.
 
Berşev anî ziman ku li seranserî netewî cara ewil e ku bi kampanyayek wiha dê xwe bigihînin milyonan kesan û got: “Îmzeyên em ê berhev bikin, em ê bişînin Parlamentoya Tirkiyê. Em ê ji cihê eleqedar re bêjin va ewqas însan daxwaza zimanê xwe dikin.” 
 
STARTA KAMPANYAYÊ 21’Ê SIBATÊ YE 
 
Berşev destnîşan kir ku wan li ser platformên medya sosyal ji bo zimanê kurdî bibe dersa hilbijêr jî xebat birêve birine û got: “Em ê kampanya ‘Ez perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazim’ wek xebatek din deynin pêşiya xwe. Nêzî hefteyekê ye em xebata vê birêve dibin. Hêj li ser vê kampanyayê xebatên me didomin. Vê kampanyaya em ê li seranserî welat birêve bibin pir girîng e. Çimkî merhaleya em gihîştinê pirsgirêka ziman pir pirsgirêkek girîng e. Heta em perwerdehiya zimanê zikmakî bi dest nexin, em ê nikaribin tiştek ji boz iman bikin. Em ê kampanyayê roja 21’ê Sibatê ragihînin û starta wê bidin. Em ê kampanyayê heta 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî birêve bibin. Ji bo em heta wê rojê çend saziyan beşdarî vê xebatê bikin li serê em dixebitin. Em bi vê kampanyayê herî kêm milyonek îmze dikin armanca xwe.” 
 
Berşev anî ziman ku armanca herî mezin a gelê kurd ew e ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî were dayîn û di serî de kurd û gelên din hemû divê destekê bidin kampanyaya wan.