Psychology Kurdî bi dosyeya ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’ derket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 11’an a kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî derket û vê carê dosyeya “Koçberî û derûniya koçberiyê” pêşkêşî xwîneran dike û rave dike.

 
Kovara Psychology Kurdî bi vê hejmarê 4 salan li pey xwe dihêle û dikeve sala xwe ya 5’an. Ev 4 sal in kovar di bin banê Ajans J&J’yê de derdiket lê wê ji vê hejmarê pê ve êdî di bin banê weşanxaneya Avestayê de xebatên xwe bidomîne.
 
Kovara Psychology Kurdî di vê hejmara xwe ya 11’an de berê xwe daye dosyeya “Koçberî û derûniya koçberiyê.” Kovar bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser mijarên girîng rawestiya ye.
 
Mijarên di hejmara 11’an de ne wiha ne:
 
Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya “Psîkoterapî di Civaka Pir-çandî de” ku Aydın Rengîn ji îngilîzî wergerandiye, behsa koçberî û qonaxên koçberiyê, pevçûnên nifşî û nasnameyê, di peywenda navçandî de dermankirina psîkoterapîk dike.
 
Prof. Dr. Safiye Yıldız di sala 1979an de koçî Almanyayê kiriye û li wir dijî. Hemwelatiyeke Almanyayê ye ku “bi eslê” xwe ji koçberên nifşê duyem e. Li ser polîtîkayên koçberî, navçandî û pir-çandiyê xebat û lêkolînan dike. Bi vê mebestê me jî pê re hevpeyvînek kir ku pirzimaniyê, pir-çandîtî û têkiliya wê bi zimên re, rola zimên di avakirina nasnameyê de bi hûrgulî rave dike.
 
Prof. Dr. Renos Papadopoulos akademîsyen, analîst û lêkolînerek e û herwiha şêwirmendiya mirovên ku bi şer, tundiya polîtîk û karesatên din trawmatîze bûne dike. Bi nivîsa xwe ya “Tûrikê Koçberiyê” ku Leyla Turhan ji îngilîzî wergerandiye li ser malê, windakirina malê, nasname û trawma, xweragirî û pêşketina aktîvasyona zehmetiyan radiweste.
 
Psîkiyaterîst Dr. Azad Dildar di qadên terapiya psîkodînamîk, terapiya trawmayê û terapiya reftarî ya venasînî de perwerde dîtiye û bi mirovên koçber re jî xebat kirine. Ûsiv Biyanî pê re hevpeyvînek li ser têgeha koçberiyê, bandora we ya derûnî, şîn û windayiyên koçberan, nasname, xerîbî, nexweşiyên derûnî yên koçberan kiriye.
 
Derûnnas Beritan Güneş, bi nivîsa xwe ya bi navê “Zayend, Zayendî, Nasnemaya Zayenda Civakî, Meyldariya Zayendî; Ferdên Lgbtî+”yê ji xwendevanan re mijarên zayend, zayenda civakî, zayendîtî, mirovên întersex, nasnameya zayenda civakî dinirxîne.
 
Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz, bi nivîsa xwe ya “Xizmeta Civakî ya Psîkiyatrîk” pênaseya xizmeta civakî ya psîkiyatrîk dike û nêzîkahîtêdanên tendirustiya derûnî û xizmeta civakî ya psîkiyatrîk, peywenda nexweşiyên derûnî ya civakî, rol û berpirsiyariyên pisporên xizmeta civakî yên psîkiyatrîk pêşkêş dike.
 
Derûnnas Merve Kurt, bi nivîsa xwe ya “Resimandina Penaberên ji Sûriyeyê di Kovarên Karîkaturan de yan jî “Ez Yekî Din e” ku Yasin Duman ji tirkî wergerandiye, awayên terîfkirina “ê din” (an jî xerîb), di bin navê derûnnasiya rexneyî ya rabêjî de bi çarçoveya xerîbkirin û empatiyê dinirxîne. Ji bo vê jî karîkaturên kovar û rojnameyên ji îdeolojiyên cuda tên analîzkirin.
 
Herwiha Lêkoler-Edîtor Atakan Yorulmaz bi nivîsa xwe ya “Hizra Nediyariyê di Dema Pandemiyê de: Derbarê Subje, Diltirsî û ya Dijîtal…” ku Abdulsıttar Özmen ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Bawer Merih Mermertaş bi nivîsa xwe ya “Di Navbera Valahî û Arezûyê de Neo: Parçeyek ji Matrîxê û Destpêka Pêvajoya Dahûrînê” ku Kenan Örmek ji tirkî wergerandiye, Îvan Îvîc bi nivîsa xwe ya “Lêv Sêmyonovîç Vîgotskî” ku Usibê Bêmal ji îngilîzî wergerandiye, Xwendevanê Beşa Derûnnasiyê Ferdi Okyay bi nivîsa xwe ya “Reftarên Berevaniyê wekî Alavên Bişaftinê”, Derûnnas İsmail Güven bi nivîsa xwe ya zazakî “Mekanîzmayê Pawitişî”, Matthias Horx bi nivîsa xwe ya “Cîhana Piştî Koronayê” ku Avdo Karataş ji almanî wergerandiye, Derûnnasa Pispor Hataw Ahmad Sharif bi nivîsa xwe ya “Stîgmatîzasyon û Têkiliya Wê bi Nexweşên Derûnî re” ku İrfan Alkan ji soranî wergerandiye, Şêwirmendê Derûnî Erdal Gül bi nivîsa xwe ya “Û Ziwan Koç Kerd”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn bi nivîsa xwe ya “Feyde û Destkeftiyên Perwerdehiya Entegrasyonê” bi xwendevanan re ne û mêvanê “Pirs û Bersiv”ê jî yê vê carê nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî ye.