Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir

img
STENBOL – Ozcan Yaman diyar kir ku ew bi pêşengeha “Dengê Azadiyê” di navbera girtî û derve de pir ava dikin û got: “Belkî em nikaribin bi hunerê tiştek biguherînin lê em bidin nîşandan ku rê lê ber guhertinê vekin.” 
 
Kolektîfa Hatiye Dîtin û Grûba Redfotograf pêşengeha “Dengê Azadiyê” li cihê bi navê Hunera Dij vekirin. Di pêşengehê de nivîsên 50 girtiyên li girtîgehên cuda li ber wêneyên aydê 50 wênegiran ku hatine nivîsîn hene. Di têketina cihê pêşengehê de nivîsa “Raman, wîjdan, hêvî, edalet, bêgunehî li hundir e em li derve ne gelo” mêvanan pêşwazî dike. 
 
Di pêşengehê de nîgaşa “Azadî” ya girtiyan xwe radixîne ber çavan. Yek ji van wêne û nivîsa balê dikişîne ser xwe jî nîgaşa “Azadî” ya nivîskar Rojbîn Perîşan e ku li Girtîgeha Jinan a Kocaeliyê tê ragirtin. Perîşan di nivîsa xwe de gotiye “Li ser vê axê azadî hezkirinek nayê zanîn e.” 
 
PIRA NAVBERA GIRTIYAN Û DERVE 
 
Yek ji nûnerê Redfotografê ku li pêşengehê dinêre Ozcan diyar kir ku ew bi pêşengeha “Dengê Azadiyê” di navbera girtî û derve de pir ava dikin û got: “Belkî em nikaribin bi hunerê tiştek biguherînin lê em bidin nîşandan ku rê lê ber guhertinê vekin.” Yaman got xelkê li derve jî ne azad e û azadî nayê tunekirin. Yaman da zanîn ku ew dixwazin bibin dengê girtiyan û girtî gelek serkeftî û jîr in û di her karî de serkeftî ne. 
 
Pêşengeh wê heta 20’ê îlonê vekirî be. 
 
MA / Kadîr Guney