Kuçe bi klamên wî olan didin

img
WAN – Li Wanê kuçe her roj bi klamên ku welatiyê bi navê Şehmûz Yas dibêje olan didin. 
 
Welatiyê bi navê Şehmûz Yas (65) ku li Wanê dijî, her roj li kuçeyan bi gengekî bilind klaman dibêje. Yas, hin caran daxwazên welatiyan ên ji xwe bi cih tîne û li qeweyan dîwana dengbêjiyê datîne. Yas, got ku zarokekî wî astengdar heye û klaman ji bo wî dibêje û ev tişt anî ziman: “Ew qas tişt hatin serê min, ez nebêjim wê kî bibêje.”