'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’

img

STENBOL – Keça Yilmaz Guney, Elîf Guney di salvegera koça dawî ya bavê xwe de got: “Heke îro bavê min sax bûya wê bi gelê xwe re bi zimanek hevpar sînemayê çêbikira.” Hevalê Guney, Ahmet Soner jî got: “Heke Yilmaz saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira.” 

   
Ew di sînemaya Tirkiyê de bi nasnavê “Çîrkîn Kral” tê zanîn. Ew “Çîrkîn Kral”  Yilmaz Guney e. Guney 9’ê îlona 1984’an de 1937’an de li Edeneyê tê dinê. Ew li ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê û li wir bi derhêner Atif Yilmaz rê tê nasîn û bi piştevaniya wî dest bi karê sînemavaniyê dike. 
 
Ji wê rojê vê ew dest bi rêwitiya hunera sînemayê dike û bi dehan fîlman çê dike. Ew bi çêkirina fîlman serî radike û dibe derhênerek şoreşger. Fîlmên wî li ser neheqiyê û serî rakirinê ne her wiha naveroka fîlmên wî peyamên civakî ne. 
 
JI GIRTÎGEHÊ FÎRAR DIKE 
 
Guney di sala 1971’an de bi hêceta şoreşgerên Tirkiyê Mahîr Çayan û hevalên wî vedişêre 2 sal cezayê hefsê lê tê birîn û tê sirgûnkirin. Di sala 1976’an de jî bi hêceta dadgerê bi navê Sefa Mûtlû kuştiye 19 sal ceza lê tê birîn. Piştî 5 salan ji hefsê firar dike. 
 
NEÇAR DIMÎNE DIÇE XERÎBIYÊ 
 
Guney ji Antalya bi rêya behre diçe Yewnanîstanê û ji wir jî diçe Swîsreyê. Ew li Ewropa jî bênavber sînemvaniyê didomîne. Guney fîlmê xwe yê herî dawî bi navê “Dûvar” ku qala girtîgehê dike li Fransayê çê dike. 
 
LI XERÎBIYÊ KOÇA DAWÎ KIR 
 
Nav û dengê Yilmaz Guney li welat û derveyî welat belav dibe. Bi giştî ew di 114 fîlman de lîstîkvaniyê dike û derhêneriya 26 fîlman dike. Di 15 fîlman de jî çêker e û di 64 fîlman de senarîstiyê dike. Guney bi giştî 12 salan di hefsê de dimîne û paşê rêya wî dikeve xerîbî ango sirgûniyê. Guney di 9’ê îlona 1984’an de li Parîsê ji ber nexweşîna penceşêra mîdeyê koça dawî dike. 
 
Keça Guney, Elîf Guney Putun û derhêner Ahmet Soner qala Guney kirin. 
 
‘KESAYETEK BI WÊREK BÛ’ 
 
Elîf Guney anî ziman ku ew her tim kêliya ku bavê wê xwarinê jê re çêdikir li ber çavê wê zindî dibe û tê bîra wê. Guney da zanîn ku bavê wê bi çêkirina xwarinê jiyanê fêrî wê kir. Guney got bavê wê her tim jê re gotiye bi wêrek be û wêrekî mirovan digihîne serkeftina her tiştî. Guney da zanîn ku bavê wê wek navê xwe wêrek bû û tu carî bêzar nedibû û her tim wêrek ma û ew wek lehengekî bû. Guney destnîşan kir ku heke îro bavê sax bûya wê derdê wî yê herî mezin ew bûya ku hişmendiya civakê bikira û got: “Bavê min tenê ne ji bo neheqiya li Tirkiyê li dijî hemû neheqiyên li dinyayê radibû. Wî her dixwest xwe bigihanda girseyên mezin û gelê xwe. Niha ku bavê min saxbûya wê bi zimanê gelê xwe sînemaya hevpar bikişanda. Bavê min seranserî jiyana xwe li cem gelê xwe, feqîran û bindestan bû.” 
 
‘TEQEZ WÊ FÎLMÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇÊBIKIRA’ 
 
Derhêner û hevalê Guney, Ahmet Soner jî hevrêyê xwe Yimaz Guney bibîr anî û wiha got: “Em gelek bi hev re xebitîn. Em bi hev re beşdarî gelek xebatan û pêşbaziyan bûn. Ew li dijî qalibê Yeşîl Çamê (fîlmên sînemya tirk) bû. Fîlmên wî hemû wisa bûn û xwedî fikrek û naverokek têr û tije bûn. Gelek projeyên wê çêbikira hebûn lê nîvco man. Li Tirkiyê bi rehetî nikaribû gotina kurd bianiya ziman û bêje ez kurd im. Lê piştî çû Ewropa êdî behsa kurdbûnê kir. Heke ku îro saxbûya wê fîlmên gelek mijaran çê bikira. Ya din jî ew e ku heke îro saxbûya mesele teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira.” 
 
MA / Mehmet Aslan