Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket

img

AMED – Hejmara 16’emîn a Kovara Dilopê ku ji du mehan careke tê derdikeve bi Dosya rewşênbîrê kurd Osman Sebrî derket. Mijara hejmara beriya niha jî di vê hejmarê de hatiye berdewamkirin û qala aliyê aborî û polîtîk ê ziman hatiye kirin. 

 
Hejmara 16’emîn a Kovara Dilopê ya du mehî ya çand, huner û polîtîkayê derket. Di vê hejmara kovarê de mijara dosyeyê rewşenbîrê kurd Osman Sebrî ye. Osman Sebrî, di vê hejmarê de hem bergê kovarê hem jî dosyeya kovarê dadigire. Dosye bi keda Firat Cewerî, Mehmet Oncu, Şeyhmus Dîken û Hêvî Sebrî ya qîza Osman Sebrî hatiye amadekirin. Di dosyayê de qala jiyana Osman Sebrî ya li Semsûrê dest pê dike û li Şamê bi dawî dibe, tê kirin. Dîsa fikra sosyalîst a Osman Sebrî ku baş nayê zanîn di dosyayê de tê vegotin. 
 
BIKARANÎNA ZIMAN LI BA XÎZAN Û DEWLEMENDAN
 
Mijara dosyaya borî ya kovarê statuya ziman û bikaranîna wê bû. Di vê hejmarê de jî ev nîqaş berdewam e lê ji aliyê ekonomî-polîtîk ve. Necat Ayaz ê lêkolîner bikaranîna kurdî ya ji aliyê çînên civakî ve dide ber hev. Ayaz, mînakên dinyayê nîşan dide û bal dikişîne ser dewlemend û xizanên kurd bê ka kîjan çîn çima bêhtir bi kurdî dipeyive. Di vî warî de Ayaz rexneyên muhîm li tevgera kurd a li bakur dike û pê re tespîtên girîng datîne holê.
 
SERHILDANA AGIRIYÊ Û XOYBÛN 
 
Ayhan Erkmen jî di hejmarê de qala serpêhatiyên sosret ên malbata Ebasê Miho dike. Li gorî vegotinên Erkmen, Mala Ebasê Miho ji Elegezê ne, têne navçeya Dîgorê ya Qersê û beşdarî Serhildana Agiriyê dibin. Di heman tarîxê de li binxetê kurdan bo kar û barên siyasî Xoybûnê ava kirine. Mehmet Bayrak ê lêkolîner jî qala girîngiya dîplomasiya Xoybûnê dike.
 
DU RÎTUELÊN KURDAN
 
Mesut Alp jî di vê hejmara kovarê de berê xwe dide dîroka Mezopotamyayê û dikeve pey şopên deqan. Deq kengî û çawa derketiye holê? Mirovan çima xwe deq kirine û di nav gelên herêmê de cudahiyên wê çi ne? Alp, bersiva van pirsan dide. Nivîs bi wêneyên rengîn ên Selmet Guler rengîntir dibe. 
 
Rîtuela din Cejna Hinaran a Hewramanê ye. Îbrahîm Şadman li ser vê rîtuela yarsanan nivîsiye. Cihê hinarê di baweriya yarsanan de çi ye û çima wekî cejnek ango festîvalek tê pîrozkirin? Şadman, xwînerên kovarê di vê mijarê de serxwet dike. Uranus Alizadeh a wênekêş jî bi wêneyên xwe atmosfera festîvalê radixe ber çavan. 
 
DU SEÎD Û LAWJE
 
Îsal du neferên muzîka kurdî ji nav me bar kirin. Du Seîd; Seîd Yûsif û Seîd Gabarî, di nav du mehan de wefat kirin. Zeyneb Yaş, di vê hejmarê de li ser van her du Seîdan nivîsiye. Yaş, bi berfirehî jînenîgariya wan, xebatên wan ên di warê muzîkê de û girîngiya wan a bo muzîka kurdî bi xwîneran nîşan daye. 
 
Mela Mihyedîn jî ligel şopdarên herdu Seîdan, ligel Koma Lawje ku dixwaze muzîka gelêrî ragihîne ciwanan û dahatuyê hevpeyvînek çêkiriye. Çîroka avakirina Lawjeyê, armanc û hedefên wan ji aliye her sê endamên komê ve bi sohbeteke geş têne ravekirin. 
 
Weke hejmarên borî Fewzî Bîlge yê ressam dîsa bi tabloyeke xwe û şîroveya vê tabloyê kovarê rengîntir dike. Şairên vê hejmarê Osman Sebrî, Tûrgût Ûyar û Narîn Omer in.