Weşanxaneya Aramê Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye çap kir

img

AMED - Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye (Apê Mûsa Musa Anter 100 Yaşında) ku bi boneya 100'emîn salvegera rojbûna wî hatibû amade kirin ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin. Bi bangewaziya Rojnameger Huseyîn Aykol bi dehan nivîskar, helbestvan, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, bîranînên xwe yên bi Mûsa Anter re nivîsandin. 

 
Musa Anter ku di sala 1920'an de li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê ji dayik bû, kete 100 saliya xwe. Apê Mûsa yê ku, bi ronakbîrî û kurdewariya xwe di dilê milyonan de cihê xwe girt. di 20'ê Îlona 1992'yan de di 72 saliya xwe de li Amedê hate kuştin. Mûsa Anter ku tevahiya jiyana xwe di nava berxwedanê de temam kiribû, weke çinareke bê ser û ber e. Hê jî havênê berxwedanê ji kokên wî ber bi şaxên wê çinarê ve hildikişin. 
 
Bi boneya 100'emîn salvegera ji dayikbûna Apê Mûsa, bi bangewaziya rêhevalê wî rojnameger Huseyîn Aykol, ji zarokên wî heya generalên wî yên biçûk bi dehan nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, zimanzan û aktîvîstên jin bîranînên xwe yên bi Apê Mûsa re nivîsîn. Ev bîranîn tev di pirtûka "Apê Mûsa 100 Salî ye" (Apê Mûsa Musa Anter 100 Yaşında) hatin berhevkirin û pirtûk bi edîtoriya Huseyîn Aykol ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hate çap kirin. 
 
Di pirtûka ku ji 360 sahîfeyî pêk tê de ligel nivîsa Huseyîn Aykol, Tarik Ziya Ekîncî, zarokên wî Anter Anter, Rahşan Anter û Dîcle Anter, nivîsên van kesên navdar jî hene:
 
Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Ayşe Gokkan, Ayşe Semiha, Bahoz Şavata, Batê Batê, Beser Şahîn, Celal Ekîn, Dogan Ozguden, Eren Keskîn, Ercan Kanar, Esra Çiftçî, Fayik Yagizay, Fehmî Işiklar, Feratê Dengizî, Ferît Aslan, Fethî Gumuş, Firat Konak, Fîkret Başkaya, Filîz Uguz, Firat Cewerî, Fusun Demîrel, Genco Akbal, Gultan Kişanak, Gunay Aslan, Halîl Ergun, Halîl Încesu, Hamît Geylanî, Hatîp Dîcle, Hicrî Îzgoren, Îbrahîm Gurbuz, Îlkay Akkaya, Îsmaîl Beşikcî, Kenan Azîzoglu, Mazlum Çîmen, Mehmet Tanhan, Mele Reşît Irgat, Metîn Kahraman, Mîrhem Agît, Mîthat Sancar, Murathan Mungan, Nacî Kutlay, Nur Surer, Nura Konak, Nurî Sınır, Osman Özçelik, Pervin Buldan, Ragip Duran, Ramazan Ulek, Ragıp Zarakolu, Remzî Kartal, Rotînda, Serhat Bucak, Sînemxan Bedirxan, Sirri Sakik, Suna Aras, Şefîk Beyaz, Şehmuz Aslan, Şenol Yorozlu, Şevîn Civak, Umît Elçî, Vecdî Erbay, Veysî Ayus, Xerzan Çiya, Yekta Uzunoglu, Yıldız Gultekîn, Yılmaz Yakut, Zana Farqînî, Zozan Uzun, Zubeyir Aydar.
 
Di pirtûkê de ligel helbesta Can Yucel a "Musa Beğ için", ji albûma wêneyan a malbatê jî gelek wêne hene.