Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan

img

AMED - Akademiya Ma Muzîkê, wê bi projeya xwe ya "Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan" ji bo keman û piyanoyê dê cara yekemîn pirtûkek ku metodên kurdî têde hebin amade bike.

Akademiya Ma Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi şîara "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA'yê, Orkestraya Zarokan a MA'yê, Orkestraya Jinan a MA'yê û Orkestraya MA'yê ji bo muzîka kevneşop a kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist, piştî projeyên xwe yên "Bi rêbazên afirîner perwerdehiya muzîkê mirov dikare çawa bide zarokan" , "Ji bo herkesê muzîk, li her derê muzîk" , "Me ji stranan pirek ava kir" dest bi amadekariyê projeya "Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan" kir.
 
DÊ DI MIJDARÊ DE BI DAWÎ BIBE
 
Ji bo derbaskirina pirsgirêkên xwe yên aboriyê akademiyê mîna her sê projeyên xwe yên destpêkê ji bo vê projeyê jî serî li projeya "Ji Bo Çandê Qad" (Space of Culture) ya Enstîtûya Goethe ku sefaretxaneyên Swêd, Holanda, Fransa û Almanyayê piştgirî didinê da. Serlêdana akademiyê hat qebûlkirin. Di pirtûka ku çarçoveya projeya di 1'ê hezîranê de dest pê kir de ji bo keman û piyanoyê dê metodên kurdî cih bigirin. Tê plankirin projeya ku ji bo kurdî xwediyê taybetmendiya yekemîne di meha mijdarê de bê temamkirin. 
 
DEST BI AMADEKARIYAN KIRINE
 
Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar derbarê projeya ku amade dikin de axivî. Kanîwar, diyar kir ku ji bo projeya xwe dê metodên kemanê û piyanoyê amade bikin û wiha got: "Taybetmendiyeke van metodan heye, di cîhanê û dîroka muzîka kurdî de cara yekem bi newayên kurdî ji bo piyano û keman wê metod bên hazirkirin. Niha me bi dest amadekariya projeyê kiriye. Muzîkjenê kurd Brûsk Zanganeh ji Swêdê bi telekonferansê beşdarî amadekariyan dibe. Piyanîstê bolîvyayî Sergio Escalera ku ev çar sal in em bi hevre dixebitin ji Portekîzê bi telekonferansê tevlî dibe. Ji Ma Muzîkê jî ez û Mamosta Ramim tevlî dibin. Hefteyê carekê bi awayekî sîstematîk em bi telekonferansê civînên xwe li dar dixin. Em difikirin ku di meha mijdarê de pirtûka me çapkirî be û li hemû sazî û dezgehên ku karê muzîka kurdî dikin belav bikin.”
 
MELODÎ JI SÊ ZARAVAYÊN KURDÎ NE
 
Kanîwar, da zanîn ku bi giştî 11 kes di projeyê de cih digirin û ev tişt anî ziman: "Hinek tenê nota dinivîsin, hinek heval stranan di hilbijêrin. Wê hinek kes mîzanpajê bikin. Wergêr dê werin kirin. Zimanê pirtûkê bi zaravayê kurdî kurmancî ye. Tekstên wê dê bi kurmancî bin lê melodî wê bi zazakî, soranî û kurmancî bin. Hejmara stranan hêj nediyar e. Rast e stranên ji bo keman û piyanoyê hatine nivîsandin hene. Lê mixabin wek metod ji sedî sed kurdewar be û ji nav newayên kurdî hatibin girtin heta niha nehatine amadekirin. Ji bo wê jî ev berhem dê bibin yekem berhem û ew ê rê li pêş ciwanên nû vekin ku karibin van metodan dewlemendtir û xurttir bikin. An ku dê di asta cîhanî de metodên fêrkirina piyano û keman dê bên amadekirin.”
 
WÊ PROJE LI SER PLATFORMÊN DIJÎTAL BÊ PARVEKIRIN
 
Kanîwar, got ku ku ger derfet guncav bin dema projeya wan bi dawî bibe wê konserekê li dar bixin, lê ji ber şewba vîrûsa koronayê ev ê ne pêkan be û projeya xwe li ser platformên  dijîtal parve bikin.  
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman