Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin

img

ÊLIH - Navenda Çandê ya Biharê, dest bi kursên xwe yên havînê kir. Şanoger Abdûllah Tarhan ji bo qeyda kursan bang kir û got, dermanekî şewba Covîd-19'ê jî huner e. 

Navenda Çandê ya Biharê ku ji sala 2000'î ve li Êlihê di warê çand û hunerê de dixebite, li cihê xwe yê nû yê li Taxa Gapê dest bi xebatên xwe kir. Di bin banê navendê de wê kursa tembûrê, keman, erbane, şano, bilûr jî di nav de wê di 20 beşî de kurs bên dayîn. Kursên navnedê wê 3 mehan dewam bikin û qeydên ji bo kursan hê didomin. Şanoger Abdûllah Tarhan ê xebata xwe ya şanoyê li wir birêve dibe anî ziman ku ji bo şewba Covîd-19'ê tevdîrên xwe girtine û ji bo kursan bang li welatiyan kir. 
 
Tarhan, bilêv kir ku mamsoteyên wan di beşên xwe de pispor in û got: "Me tevdîrên xwe girtine û li gor wê kursên xwe vekirine. Her sibeh em navenda çandê û polên wê dezenfekte dikin. Her wiha em amûrên xwe jî dezenfekte dikin. Em nahêlin kes bê maske bê hundir. Ên maskeyên wan tunebin jî em maskeyan didin wan. Ev ji bo kursiyerên me û tenduristiya me ye. Gava malbat zarokên xwe şandin, bila dilrihet bin." 
 
Tarhan, diyar kir ku kursên wan ji bo her kesî ne û got, dê û bav bi rihetî dikarin zarokên xwe bişînin navenda çandê. 
 
MA / Metîn Yoksû