Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket

img
AMED – Hejmara 15’emîn a Kovara Dilop bi naverokek dewlemend û nivîsên balkêş derket. Dosyeya vê hejmarê balê dikişîne ser axaftin û nivîsandina kurdî ya ku Navenda Lêkolînan a Sosyo-polîtîk vekolandiye. 
 
Kovara Dilop ku di warê çand, huner û polîtîkayê de du mehan carekê weşanê dike bi hejmara xwe ya 15’an gihîşt ber destê xwîneran. Ji ber nexweşiya Covîd-19’ê hejmara 14’an a kovarê weke PDF hatibû weşandin lê vê carê bi awayê çapkirî derket. Di hejmara tîrmeh-tebaxê de dîsa nivîsên cur bi cur hene. 
 
DOSYEYA HEJMARÊ
 
Navenda Lêkolînan a Sosyo-polîtîk derheqê axaftin û nivîsandina kurdî ya li bakurê Kurdistanê de encama lêkolînekê weşandibû. Lêkolîner, li ser têkiliya rewşa sosyo-ekonomîk û bikaranîna ziman gihabûn encamên balkêş û rewşa nebaş a kurdî careke din li ber çavan raxistibûn. Kovara Dilopê jî di vê hejmarê de berê xwe da vê meseleyê û dosyeya xwe li ser vê babetê weşand. Cûma Çîçek ê akademîsyen di roportaja dosyeyê de li ser vê meseleyê nirxandinên muhîm dike û pêşniyazên xwe vedibêje. Kovar, dê di hejmareke din de jî ji vî aliyî ve li vê meseleyê bikole.
 
KURDÊN SOVYETÊ
 
Di navbera 1939-1945’an de Şerê Cîhanê yê 2’yemîn diqewime. Di encama vî şerî de bi milyonan hemwelatiyên Yekîtiya Sovyetê can didin ku gelek kurdên Sovyetistanê jî, ji bo parastina Sovyetistanê beşdarî şer dibin. Sedat Ulugana yê akademîsyen tesîra vî şerî ya li ser dengbêjiya kurdên Sovyetistanê bi kilaman radixe ber çavan. Eskerê Boyîk jî di nivîsa xwe de qala tarîxa alfabeyên kurdî yên li Sovyetistanê dike.
 
Di vê hejmara kovarê de Recep Maraşli, ku ew bixwe jî wênesaz e, derheqê berhemdariya Sevada Grigoryan ê wênesaz de nivîsiye. Maraşli di vê nivîsê de afirîneriya Grigoryan weke çîrokbêjiyê dibîne û dibêje berhemên wî “Ji paş çiyayê Qaf hatine lê saf, xweşik û dilpak in”.
 
Di hejmara borî de Mesut Alp li ser yekem şerê biyolojîk nivîsîbû. Alp, di vê hejmarê de jî berê xwe daye jêrê Mêrdînê; Şerê Darayê ku weke yekem şerê kîmyewî tê dîtin.
 
NAZIM HÎKMET, ÎDRÎSÊ BEDLÎSÎ, DR. QASIMLO
 
Di vê hejmarê de Mihemed Ronahî li ser Nazim Hîkmet nivîsiye. Ronahî, têkiliya Nazim Hîkmet û kurdan, bi taybetî jî ya wî û Hejar Mukriyanî yê helbestvanê gewre, bi çavkaniya bîranînên Mukriyanî vegotiye.
 
Mehmet Bayrak li ser Îdrîsê Bedlîsî nivîsiye ku carcaran sekna wî û têkiliyên wî yên ligel dewleta Osmaniyan dibe sebebê nîqaşan. Bayrak, bi belgeyan qala têkiliyên wî yên ligel Osmaniyan dike û encamên van têkiliyan dinirxîne. Dr. Qasimlo û hevalên wî dê ji bo çareseriya kêşeya kurd ligel rayedarên Îranê rûniştina lê bi komployekê hatin kuştin; komploya Viyanayê. Fehîm Işik di 90 saliya Dr. Qasimlo de pirsa qatilên wî û hevalên wî kiriye.
 
Weke din di vê hejmarê de Rohat Alakom li ser Kurdistan-Sporê, Sezai Sarıoglu li ser guldexwînên Hekariyê, Mecnur Laçin jî li ser Anzeleyê nivîsandine. 
 
Helbestvanên vê hejmarê Selîm Temo, Ralph Waldo Emerson û Suat Baran in ku Baran xelatgirê îsalîn ê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ye. Fewzî Bîlge dîsa bi tabloyeke xwe reng daye kovarê.