Çîroka ziyareta Topagaçê

img

DERSIM - Li Dersimê yek ji deverên girîng jî ziyareta Topagaçê ye. Tê gotin dîroka wê heya 5 hezar salan jî diçe. 

Ziyareta Topagaçê ya li mezrika Şehîtlikê ya Şoygeyîk a Dersimê, yek ji deverên girîng ê baweriya elewîtiyê ye. Tê gotin dîroka wê heya 5 hezar salan jî diçe. Ev ziyaret tam li orta Çiyayê Zelê, Dolû Baba, Duzgun Baba û Zinarê Biçûk e. Li ziyareta Topagaçê qurban tên şerjêkirin, mûm û çira tên vêxistin, niyaz tên kirin, loqme tên belavkirin û cem tê kirin. Gelê herêmê şaxên darên li ziyareta Topagaçê bikevin erdê jî naşewitînin û tê abwerkirin ku kî şaxên ketine erdê bişewitîne wê tiştên xirab bên serê wan. 
 
ÇÎROKA ZIYARETÊ 
 
Şivan Ayhan Çatakçi, anî ziman ku dîroka ziyareta Topagaçê û Duzgun Baba eynê ye. Çatakçi, çîroka ziyaretê got: "Payizê gava berf û baran tê, malbateke koçî gund kiriye tê li bin vê darê distrê. Ji ber ku berf û baran li bin darê nedikir, malbat qederekê li wir dimîne. Dû re radibin ji xwe re xaniyekî çêdikin. Ji bo ser xaniyê xwe bigirin kurên malê diçe ku şaxên darê jê bike. Gava diçin dibînin ku li bin dara hember extiyarek rûniştiye. Kurikên malê ji extiyar dipirsin, 'Tu ji ku hatiyî tu yê bi ku ve biçî?" Extiyar jî dbêje, 'Ez hatime we biparêzim.' Gav kurik li eslê wî dipirsin, dibêje 'Ez Xizir alyehîselam im, xwediyê vê darê me, milê min jê mekin.' Lê kurikên malê guh nadinê radibin şaxên darê jê dikin, extiyar jiyana xwe ji dest dide. Gava kurekî din ê malê tê ku şaxekî din jê bike cardin extiyar dixuyê. Extiyar jê re dibêje, 'Wan kir qene tu neke, koka min neqelîne.' Kurik guh didê û radibe li wir 3 qurbanan şer jê dike." 
 
‘XWEZA MALBATA ME YE' 
 
Çatakçi, anî ziman ku ji wê rojê heya niha li dor darê dua tên kirin û got: "Bav û kalên me ev çîrok ji me re gotine. Loma ax û dar ji bo me pîroz in. Bav û kalê min sibehê gava radibin dar û beran, ax û xwezayê maç dikin. ruyê erdê ne ya kesî ye. Divê mirov ji hev ehz bikin. Malbata me xweza ye. Gava şaxek ji darê bikeve em naçin naynin, naşewitînin. Gava em bişewitînin wê tiştên nebaş bêns erê me. Mirov li bin vê darê cem kirine. Bav û kalên me, dedeyên me li bin vê darê qurban şer jê kirine, xwarin çêkirine, loqme belav kirine."