Projeya danasîna Farqînê amade kirin

img

AMED – Stranbêj Farqîn Azad û komek hunermendên Farqînê bi armanca danasîna cihên girîng û dîrokî yên Farqînê û şexsiyetên girîng en Farqînê projeyek kolektîf bi navê “Farqîna me" amade kirin û li ser YouTube belav kirin. 

Hunermend Farqîn Azad û komek hunermendên ji Farqînê projeyek bi awayê kolektîf bi navê “Farqîna me” amade kirin û li ser YouTube û platformên medya civakî belav kirin. Ev projeya “Farqîna me” dîrok, şûnwar û şexsiyetên bi nav û deng ên Farqînê ku koça dawî kirine dide nasîn. Di projeyê de cih dane gelek wêne û dîmenên Farqînê û şexsiyetên girîng. Ji siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, seyda, şoreşgeran bigire heta ew govendgêr û dînên Farqînê di nava dîmen û wêneyan de cih digirin. 
 
Cihên dîrokî Keleha Zembîlfiroş, Kaniya Mezin, Şikeftên Hesûnê, Minara Qot û Pira Malabadê hatine bicihkirin. 
 
Di destpêka projeyê de danasîna Farqînê bi deng tê kirin. Stranbêjên Farqînî yên wek Hozan Şiyar, dengbêj Salihê Beynatê, Dengbêj Feyzî, hunermend Salih Dargin ku koça dawî kirine stranan dibêjin. Derhênêrê projeyê Farqîn Azad û komek hunermendên ciwan jî strana “Zembîlfiroş” distrên. 
 
Nivîskar Dilawer Zeraq helbestek li ser Farqînê nivîsandiye dixwîne û zimanzan Zana Farqînî jî helbesta “Zembîlfiroş” dixwîne. 
 
Di dawiya projeyê de jî stranbêj strana “Kaniya Mezin” a dengbêj Mahmût Kizil dibêjin. 
 
ARMANC DANASÎNA FARQÎNÊ YE 
 
Stranbêj Farqîn Azad ji bo projeyê kesên keda wan derbas bûye spasiyê xwe kir û got heke kêmasiyek wan di projeyê de hebe jî ew lêborîna xwe ji bîneran dixwaze. Farqîn Azad da zanîn ku armanca vê projeyê ew e ku ew danasîna Farqînê û jiyana wê bikin. Azad anî ziman ku heke derfetên wan çê bibin dê di siberojê de hin bêtir bi projeyek berfirehtir li ser Farqîna kevn û Farqîna nû çê bikin. 
 
Lînka vîdeoyê wiha ye: