Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin 2020-05-26 10:06:18   ÊLIH – Belgefîlma “Siya Avê” ku çîroka 2 jinên gundê wan di bin avê de maye vedibêje, li ser Înternetê jî ji xwegihandinê re vebû.   Belgefîlma “Siya Avê” ku derhênêriya wî nûçegîhanê ajansa me Metîn Yoksû dike û çîroka 2 jinên gundê wan di bin ava Bendava Ilisûyê de ma ne vedibêje, li ser Înternetê jî ji xwegihandinê re vebû. Galaya belgefîlmê di 16’ê sibatê de li Êlihê hatibû kirin û li Sêrtê jî çend caran hatibû nîşandan. Piştî derketine vîrûsa koronayê, nîşandana belgefîlmê hatibû betalkirin. Hûn dikarin fîlmê li ser vê lînkê temaşe bikin;