'Heger yekîtî çê bibe wê dengê me xweştir û bilindtir derkeve' 2020-02-05 09:16:57 MÊRSÎN – Dengbêjên li Mêrsînê diyar kirin ku divê dengbêj ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd bên cem hev du û gotin: "Heger yekîtî çê bibe wê kilamên xweş jî bên gotin. Wê dengê dengbêjan xweştir û baştir derkeve".    Dengbêjan, bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd û gotin, gere dengbêj jî bên cem hev du. Dengbêj Halîl Çetîn (63), destnîşan kir ku niha di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û got: "Heger yekîtiya neteweyî pêk bê wê kilamên xweştir bên gotin. Wê dengê dengbêjan xweştir û bilintir derkeve. Wê dengbêj bi eşqeke din kilamên xwe bêjin". Çetîn, anî ziman ku di warê yekîtiya neteweyî de gere dengbêj jî bên cem hev du û gazî kir: "Hêvîdar im em ê yekîtiyê bibînin. Bila kurd, dest bidin destê hev du û li dor heman armancê bibin xelek".    Dengbêj Tahsîn Turk (67) jî ji bo yekîtiyê gazî kir û got: "Niha tişta zûzûka divê pêk bê yekîtî ye. Di vê serdemê de heger yekîtiyek çê bibe, wê Kurdistan bibe yek perçe. Tim û tim ji gelê kurd re dibêjin, 'an hûn ê xizmeta me bikin an jî hûn ê bên kuştin'. Loma gere em bibin yek".    Dengbêj Kamîle Demîr jî got: "Dengbêjî, dîrok û dengê gelê kurd e. Di kilaman de jiyan, zehmetî û eziyet hebûn. Lê heger yekîtî çê bibe em ê di kilamên xwe de behsa tiştine hîn xweştir bikin. ÎNşellah wê yekîtî çê bibe".    Dengbêj Hanîfe Îbren jî destnîşan kir ku divê kurd rojek berî rojekê yekîtiya xwe çê bikin.    MA / Ergîn Çaglar