165 fîlm serî li Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney dan 2020-01-27 14:43:36   ÊLIH – Li Êlihê di navbera 26’ê sibat û 1’ê adarê de dê Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney pêk were. Heta niha 165 kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj serlêdan kirine.    Li Êlihê di navbera 26’ê sibatê û 1’ê Adarê de bi organîzasyona Şaredariya Êlihê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn 8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney pêk tê. Serlêdanên fîlman di 25’ê çile de bi dawî bû. Xebatên festîvalê dewam dikin. 165 kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj ji hundirê welat û derveyî welat beşdarî festîvalê dibin ango serî li festîvalê didin.    Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr têkildarî mijarê daxuyanî dan û diyar kirin ku serlêdanên ji bo festîvalê bi dawî bûne, amadekariyên wan didomin û ew bi kelcan li benda festîvalê ne.