Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin 2020-01-21 09:05:05 AMED – Li Amedê Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin.  Li Amedê bi armanca piştgiriya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin. Walîtiya Amedê serlêdana komeleyê qebûl kir û hevserokê komeleyê jî Sûltan Yaray û Hogir Berbir in.    Hevseroka komeleyê Sûltan Yaray, anî ziman ku piştî Komeleya Nivîskarên kurd bi KHK'ê hat girtin, valahiyek çê bûye û ji ber vê komele ava kirine. Yaray, da zanîn ku wê komele bi zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî xebatên xwe bike û wê di çaçroveya xebatan de atolyeyan, şevbuhêrkan, panel, semîner û konferansan jî li dar bixin. Her wiha Yaray, diyar kir ku armanceke komeleyê jî piştriya nivîskaran û danasîna berhemên wan e.