NÇM li Stenbolê konserek li dar dixe 2020-01-07 11:04:54 STENBOL – Navenda Çanda Mezopotamya ku 29 sal in xebatên çand û hunerî birêve dibe li navçeya Esenyurta Stenbolê konserek li dar dixe.  Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ku 29 sal in bênavber xebatên çand û hunera kurdî birêve dibe di 10’ê Çile de saet di 19.30’an de li Navenda Çandê ya Şaredariya Esenyurta Stenbolê konserek li dar dixe. Hunermend Nurcan Demîrcan, Serhat Kural, Rûken Yilmaz û Weysî Ermîş dê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî temaşevan û guhdarvanan bikin.    Bilêtên konserê li avahiha NÇM’ê ya li Taksîmê, li Navenda Çanda û Hunerê ya Golge ya li Esenyurtê û li Demxaneya Herdem a li Şîrevlera Stenbolê tên peydakirin.