Bi salane dengê Ahmet Kaya li wê kuçeyê olan dide 2019-11-16 12:04:42 WAN – Li kuçeyek Wanê bi salane dengê Ahmet Kaya qet kêm nebûye. Ji serê sibê bi vekirina derabeyan re heta êvarê dengê Ahmet Kaya li kuçeyê olan dide.  Li navenda Wanê Kuçeya Mizgefat Biçûk a ku wek “Bazara Gundan” tê nasîn bi salane di nava qelebalixiya însanan de du dengên stranan dibêjin jî bilind dibe. Li bazarê dengê hunermendê nemir Ahmet Kaya qet kêm nebûye. Zarokên li ber dezgehên xwe ne jî bi dengê Kaya re bilind dibe. Zarok dengê xwe tev li yê Kaya dikin û orkestrayek xwezayî çêdikin.    Dengê stranên Kaya yên wek “O mahur beste", "Gururla bakiyorum dünyaya (Bi serbilindî li cîhanê dinêrim)", "Bahtiyar (Bextiyar)", "Kadinlar dağlara (Jin biçin çiyayan)" û gelek stranên din li wê kuçeyê ango bazarê olan dide. Bi salane dengê Ahmet Kaya qet kêm nebûye. Ji serê sibehê bi vekirina derabeyan re heta êvarê dengê stranên Ahmet Kaya ji kuçeyê tê. Yanî mirov dikare bêje 365 rojên salê dengê wî bilind dibe li wir. Ji ber her roj stran tên lêdan esnafan jî stranên wî jiber kirine. Esnaf Ramazan Kaya û birayên wî ku li kolanê dezgahên xwe vekirine hezkiriyên Ahmet Kaya ne û nahêlin ku dengê Kaya ji wir kêm bibe.    'HEZKIRINA MIN EZAMETÎ YE’    Ramazan Kurt anî ziman ku hezkirina wî ya ji bo Kaya ne hezkirinek ji rêzê ye, hezkirinek ezametî ye û bi şev û roj li stranên wî guhdar dike. Kurt got serê sibehê karê wî ewil ew e ku stranên Ahmet Kaya vedike û wisa kirine ku esnaf jî êdî elimîne dengê hunermendê dengxweş Ahmet Kaya. Kurt got ew ê qet dest ji deng û stranên Ahmet Kaya bernede.    MA / Adnan Bîlen