Endamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn 2019-11-15 14:04:09   ÊLIH – Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê encamên 9’emîn Xelatên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere kir.     Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê her sal ji bo bîranîna Şerzan Kurt ê di 12’ê gulana 2010’an de li Zanîngeha Muglayê bi guleya polîs hat kuştin, pêşbirka çîrokan li dar dixe. Şaxa Egîtim Senê îsal jî 9’emîn Xelata Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt li dar xist. Pêşbirk bi dawî bû. Egîtîm Senê encama Pêşbirkê ya bi kurdî û tirkî li dar xist eşkere kir. Egîtîm Sen dibêje ku ew bi armanca balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan vê pêşbirkê li dar dixe.    BI KURDÎ Û TIRKÎ   Di beşa çîrokên kurdî de Alî Bal bi çîroka “Rêwîtiya Raburdu”, Mehmet Şîrîn Bulga bi çîroka “Gula Mîrza”, Laleşa Ûsiv bi çîroka “Keval” bi ser ketin.    Di beşa tirkî ya çîrokan de jî Sîstem Şanli bi çîroka “Sinekler (Mêş)”, Denîz Mahabad bi çîroka “Surdu Odam (Odeya min Sûr bû)”, Servet Bîlgîn bi çîroka “Benazir Butto'yu Ben Öldürdüm (Ez ji Benazîr Butto re mirim)”, Sulbiye Yildirim bi çîroka “Babamın Ölü Kuşları (Çûkên bavê min ên mirî)” bi ser ketin.