Sûrên dîrokî yên Cizîrê hindik mane hilweşin 2019-09-08 09:07:33     ŞIRNEX - Li Cizîrê, sûrên xwedî dîrokeke 6 hezar salî ji ber nexweyîtîkirinê hildiweşin. Ber sûrên dîrokî, veguheriye çopxaneyê û bûye navenda tiryakêşan.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê, sûrên xwedî dîrokeke 6 hezar salî hindik mane birûxin. Sûran ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve wekî qada SÎT'ê hatibûn diyarkirin, lê belê niha piraniya wan hilweşiyane. Deverên mane jî, ji ber zêdetirî 160 sal in ji aliyê leşkeriyê ve hatine bikaranîn û li gor pêdiviyên leşkeriyî hatine sererastkirin, pir texrîb bûne. Şaredariya BDP'î ya wê demê û hin rêxistinên civaka sivîl, wê demê hewl dan û di 12'ê Sibata 2010'an de sûrên wekî qada leşkeriyê dihatin bikaranîn ji dest leşkeriyê derxistin, lê belê sûrên mayî jî niha li ber rûxandinê.    Nexasim jî li devera Birca Belek rewşa sûran qet nebaş e. Qismek dîwarên Birca Belek, di demên dawî de hilweşiya û niha ji ber nexwedîtîkirinê bûye çopgeh. Her wiha hêla Birca Belek di demên dawî de bûye mekanê tiryakfiroşan. Nexasim jî li hêla ku ronahî lê tune ne, êvarî dibe bazara tiryakê û tiryakêşan.