Navendên çandê yên li Esenyûrtê amadekiriyên serdema nû dikin 2019-09-04 09:23:10   STENBOL - Serdema nû ya navendên çandê yên li Esenyûrtê dest pê kirin. Armanca navendan ew e ku bi rêya hunerê civakan bigihîne çanda wan î heqîqî.    Navendên çandê yên li Esnyûrtê, her çend şert û merc zor û zehmet bin jî xebatên xwe didomînin. Li navendên çandê di meha Îlonê de qeydên ji bo atolyeyên erbane, tembûr, şano û zimanê kurdî dest pê kirin. Navendên çandê ji bo atolyeyan bang li her kesî kirin. Yek ji van navendan jî navenda Çandê ya Ciwanan a Viyanê ye.    ‘EM Ê BI HUNERÊ RÊ LI BER TIRYAKÊ BIGIRIN'    Berpirsiyarê Navenda Çandê ya Ciwanan a Viyanê Baran Sunbul, diyar kir ku li Esneyûrtê bikaranîna tiryakê pir zêde ye û ew dixwazin bi van atolyeyên çand û hunerî rê li ber vê yekê bigirin. Sunbul bilêv kir ku ew dixwazin bi çalakiyên çand û hunerî feraseteke nû biafirînin û got: "Divê civak bigihê çanda xwe ya heqîqî. Çand û hunerê dejenere dikin û didin ber me. Di civakekê de ger ciwan ne bîrbir bin ew civak nikare xwe bi pêş ve bixe. Pêşengê pêşxistinê ciwan in. Ciwan muxalif in. Loma dewlet tim û tim ciwanan hedef digire. Em dixwazin bi hunerê rê li ber van polîtîkayan bigirin."    Sunbul, diyar kir ku qeydên atolyeyên wan dest pê kirine û got: "Eger kesek tenê jî serî li me bide em ê ji bo wî/ê derfetan peyda bikin. Em ji bo perwerdehiya erbane, tembûr, şano, zimanê kurdî û folklorê amade ne."    Serokê Navenda Çand û Hunerê ya Gilgeyê Sînan Gokçe jî, got: "Ji roja me navend axwe ava kiriye heta niha em bêyî pere perwerdehiya şanoyê didin. Ji bo zarokan perwerdheiya reqsê, wênegirtinê didin. Her wiha em carinan jî kursên ji bo zimanê kurdî vedikin. Kursên me yên ji bo muzîkê hene."    Gokçe, ji bo çalakiyên nû jî got: "Niha koma me ya şanoyê ji bo lîstikên nû dixebite. Koma me ya muzîkê jî. Wê çend stranên me di terhê sîngleyî de bên weşandinç Her wiha xebatên me yên ji bo erbane, gîtar, tembûr, baterî, piyano, folklorê jî hene."    MA / Mehmet Halit Çetinbaş