Newaya Jin bi hêjmara nû derket 2019-09-01 10:35:29   NAVENDAN NÛÇEYAN - Hejmara îlonê ya rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi manşeta 'Dinya li aştiya xwe digere' derket.    Hêjmara îlonê ya rojnameya mehane ya Neweya Jin bi manşeta "Dinya li aştiya xwe digere" derket. Di hejmara 174'an a rojnameya heftane ya Newaya Jin de şer û polîtîkayên tundiyê yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê hatin bibîrxistin û bal kiyand ser berxwedana gel û jinan a li dijî polîtîkayên şer. Rojnameyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê, bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat re hevpeyvînek kir. Di vê hêjmarê de beşek ji hevpeyvîna Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê ya Îtalyayê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di sala 1998'an de kiribû weşand. Rojnamevan Hacer Altûnsoy jî dosyayeke lêkonînê ya der barê tecrûbeyên hewldanên aştiyê yên jinan ên li dijî şer amade kir. Nazan Ustundag jî pirtûka "Diyalogên avakirina jiyana azad" ên ku ji nirxandin û nêrînên Ocalan pêk tên da nasîn. Kampanya "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" a Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji aliyê nivîskar Gonul Kaya û rojnamevan Gulîstan Çiya Îke ve hate şîrovekirin. Nivîskar Zerya Gul zanistiya jinê jineolojî nirxand. Di hejmara Îlonê de gotara "Biyanîbûn" a Çarçel Engîzek, dosya lêkolînê ya Dersim Denîz a der barê desteserkirina mafên jinan li Îranê û gotara Zeynep Mûrad a der barê têkoşîna dîrokî ya jinên Feylî hatin weşandin.   Di rûpela civakî-jiyanê de jî Melsa Mûş der barê Berçem Firat de nivîsa bîranînê weşand ku 22'ê Gulana 2015'an jiyana xwe ji dest dabû.