Aram Tîgran bi stranên wî bibîr anîn 2019-08-09 21:39:25 AMED - Koroya Akademiya MA Muzikê û Navenda Çandê ya Laleşê hunermendê nemir Aram Tîgran di 10'emîn salvegera koça wî ya dawî de bi stranên wî bibîr anîn.    Akademiya MA Muzîkê, Navenda Çanda Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bîranîna hunermend Aram Tîgran ê di 9'ê Tebaxa 2009'an de koça dawî kir şeva bîranînê li dar xistin. Bîranîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Bi sedan welatî beşdarî bîranînê bûn. Wêneyê Aram Tîgran li salonê ve hat daliqandin û li ser dikê find hatin pêxistin.    DI DILÊ MILYONAN DE YE    Balkêş bû ku li salonê cih nema û welatiyan li ser lingan li bîranînê temaşe kirîn. Pêşkêşvanê bernameyê şanoger Kemal Ulusoy bi strana "Bilbilo" dest bi vekirina şevê kir. Rêveberê Navenda Çanda Çandê ya Laleşê Celal Ekîn axaftinek kurt kir û got her kes evîndarê huner û kesayeta Aram Tîgran bû. Ekîn da zanîn ku Aram Tîgran bi stranên xwe û welatparêziya xwe di dilê milyonan gelê kurd û ermenan de dijî û heta kurdek hebe wê Aram Tîgran bê bibîranîn.    BI STRANÊN XWE HAT BIBÎRANÎN   Piştî axaftina Ekîn, Koroya ji hunermendên Akademiya MA Muzîkê û Navenda Çandê ya Laleşê pêk dihat derketin ser dikê û konserek da û stranên Aram Tîgran pêşkêşî welatiyan kirin. Koroyê ji destpêkê heta dawiya şeva bîranînê stranên Aram Tîgran gotin û dengê stranên wî li salonê olan da.    Di dawiya konserê de welatiyan bi deqîqeyan li çepikan da û şeva bîranînê bi dawî bû.