Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin 2019-07-19 10:49:24 ENQERE - Gazel Bûlût a di girtîgehê de û ji zaroka xwe dûre, ji bo hemû zarokên dayikên wan di girtîgehê dene edîtoryatî kir û pirtûka “Damlayan Masallar” nivîsand. Pirtûka “Damlayan Masallar” di refên pirtûkxaneyan de cih girt.  Gazel Bûlût a 3 sal û nîv li Girtîgeha Kandira girtiye, ji bo zarokên dayîkên wan di girtîgehan dene, pirtûka çîrokan nivîsand. Pirtûka zarokan “Damlayan Masallar” a Bûlût edîtoryatiya wê kir, piştî xebatek kolektîf di refên pirtûkxaneyan de cih girt. Pirtûk, ji bo 800 zarokên di girtîgehan de bi dayîkên xwe re dijîn û yên ji dayîkên xwe cuda mezin dibin, hatiye amadekirin. Pirtûk di Weşanxaneya Bando de hat derxistin.    Di pirtûkê de 20 cîrok hene û 13 jê ji aliyê Bûlût ve hatine nivîsandin. Di heman demê de 7 çîrokên pirtûkê ji aliyê Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gûltan Kişanak, Ahmet Temîz, Dîlovan Gumuş, Serap Mandûz, Resmiye Vatansever û Ramazan Şevket Yılmaz ve hatin nivîsandin. Ji ekîba “goroluşmuştur.org” nivîskar Adîl Okay bi helbestekê piştgirî da pirtûkê.    Pirtûk dê di demek kurt bi Kurdî bê wergerkirin. Gazel Bûlût a 3 sal û nîv girtiye, 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.