Albûma Nickwan ‘Rohî Mirdû’ derket! 2019-07-05 11:45:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Albûma hunermendê ciwan ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Nickwan bi navê “Rohî Mirdû (Rihê Mirî)” ji Red Music Digitalê derket e. Stranên di albûmê de bi giştî rock in.   Albûma Nickwan a bi navê "Rohî Mirdû" ji 8 stranên soranî pêk tê ji Red Music Digitalê derket. Stranên di albûmê de bi giştî tabûyên çanda kurdî rexne dikin. Di stranan de tabû, zayend, baweriyên bêbingeh peywendiya di navbera mirovan de û gelek tiştên din têne rexnekirin. Piraniya stranan derbarê aliyên nexweş, nebaş ên çanda kurdî de ne û rexne li van nerazîbûn, nebaşî û nexweşiyên Kurdan têne kirin. Stranên di albûmê de hemû yên Nickwan in.    NICKWAN QADERÎ KÎ YE?   Nickwan Qaderî yê 26 salî ye ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Bane ye. Nickwan ev 7 sal in li gitarê dide û 3 salê jî muzîkê çêdike û distirê. Ew di 2015’an de wekî sazbendekî beşdarî konsertekê bûbû. Di 2018’an de li Rojhilatê Kurdistanê wekî stranbêjekî konsertek da ku li wê konserê 3 stranên bi kurmancî jî gotine. Nickwan îsal (2019) bi strana xwe ya bi navê “Alûde” di Pêşbirka Ziryabê de bi ser ket û di albûma Bijareyên Ziryabê de cih girt. “Rohî Mirdû” yekem albûma Nickwan e.