Zarokan bafirok hilfirandin 2019-06-11 23:23:58 AMED - Mihrîcana Zarokan a Sûrê ku bi tevkariya 20 saziyan hat lidarxistin, li Kirklar Daxiyê bi şahiya bafirokan bi dawî bû.  Mihrîcana Zarokan a Sûrê ku bi tevkariya 20 saziyan hat lidarxistin, di roja 5’an de li Kirklar Daxiyê bi şahiya bafirokan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîha Aydenîz û gelek zarok tevî malbatên xwe tev li şahiyê bûn.   Di şahiyê de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli axivî û got: “Zarokên Sûrê hatin ba hev û gotina xwe gotin, lîstikên xwe lîstin, bi stranan xweş kirin. Lê belê ya zêdetir hêviyên xwe mezin kirin û stranên xwe bi dengekî bilind gotin. Îro hatin vira, hemû weke bafirokên asîmanan azad û weke wan bi kêf in. Hevalên me yên di mihrîcanê de keda wan heyî û ev kêfxweşî li me peyda kirin, malavayiya wan dikim. Zarok bila tim cihên ku hêvî, başî, tenduristî û delalî lê heyî bijîn. Bila di nav aşitiyê de bijîn û bafirok azad bibin.”   'KEFXWEŞIYA ZAROKAN HESTEKE XWEŞ E'   Pişt re Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn jî diyar kir ku îro roja mihrîcanê a 5’an e û got: “Me bêriya vê mihrîcanê kiribû û mihrîcaneke di cî de ye. Pevrebûyîna zarokên Sûrê û yên derveyî Sûrê pir girîng e. Ji ber ku Sûr him di warê dîrokî, him warê çandî, him jî di warê xwezayî de bi îzolasyonekê re rû bi rû ma. Herî zêde jî zarokan tesîr ji vê pêvajoyê girt. Di şahiya bafirokan de, mirov nizane bi çi awayî hestên zarokan bilêv bike. Kêfxweşî, ken û liv û tevgera zarokan gelekî xweş e."    Bûlûttekîn, destnîşan kir ku divê hin tişt berdewamiyî bin û got: “Em dixwazin ku her sal bi saziyên civaka sîvîl  û komeleyên zarokan re ji vê berfirehtir hemû zarokan di bin sîwana çand û gelan de bînin cem hevdu. Armanca me ew e ku ji her çar parçên Kurdistan û welatên derve zarokan vexwînin û hevdîtinekê berfireh pêk bînin.”   'ZAROK NAMIRIN'   Ji zarokên tev li şahiyê bûn Muhemmed Alî Erat ê 10 salî jî diyar kir ku şahî pir xweş e û bila şahiya bafirokan her tim were lidarxistin. Rejîn Atan a 12 salî jî diyar kir ku şahiya bafirokan pir xweş bûye û got: “Aktîvîteyên me yên pêşiya vê jî xweş bûn. Bi awayekî giştî mîhrîcanê xweş bû ji bo ku zarok bi kêf bin divê zêdetir mihrîcan werin çêkirin. Pir kêfxweş im.”   Bawer Aytek ê 13 salî jî got: ”Ji ber ku şaredariyeke baş heye zarok dê her tim kef bikin û zarok namirin. Dê li her derê kefxweşî û aramî hebe. Ji ber vê yekê spasî şaredariya me dikim.”