Li Amedê Forûma Xebatên Zarokan hat lidarxistin 2019-06-10 21:45:36   AMED - 20 saziyên Amedê ku di lidarxistina Mîhrîcana Zarokan a Sûrê de cih girtin, Forûma Xebatên Zarokan li dar xistin.   20 saziyên Amedê ku di lidarxistina Mîhrîcana Zarokan a Sûrê de cih girtin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Forûma Xebatên Zarokan li dar xistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Amedê Salîha Aydenîz, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn, Hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, endam û nûnerên sazî û dezgehên civaka sivîl beşdarî forûmê bûn.    'BI ZAROKBÛNÊ EM AZAD DIBIN'   Forûm bi sinevîzyona ser mihrîcanê hatî çêkirin dest pê kir. Piştre bi moderatoriya Cevahîr Sadak Duzgun, axaftina destpêkê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli kir. Mizrakli, destnîşan kir ku piştî demeke dirêje xebateke ku ken, kêfxweşî û hêvî bi hevre tê de çêdibe û got: “Em bi vê mihrîcanê kêfxweş in. Bi zarokbûnê em azad dibin. Heke ji bo pêşerojê tiştek were kirin, divê di navênda wê de zarok hebin. Daxwaziya min pêşerojeke ku deng û wiçîniya zarokan tê de bilind bibe.”   ATOLYEYA MUZÎKÊ   Pişt re muzîkjen Şerko Kanîwar axivî û got: “Piştî ku qeyûman saziyên me dagir kirin, ji bo zarokên vî bajarî û vî welatî bêmuzîk nemînin me Ma Music Center ava kir û niha jî li ser navê wê diaxivim.” Kanîwar diyar kir wan xwestiye piştî qeyûman mîhrîcanekê çêbikin û got: “Hin saziyên ku hatine girtin, dîsa jî hêj ji bo zarokan dixebitin û em dibînin. Çima me navê mihrîcanê kir Mihrîcana Zarokan a Sûrê? Me xwest bal bikşîne ser bandora şer a ku li ser zarokan çêbûye, ji bo wê watedartir bû ku em navê zarokên Sûrê li vê mihrîcanê bikin.”    Kanîwar destnîşan kir ku piştî vê mihrîcanê ew ê amadekariya mihrîcaneke gerok bikin û got: “Bi mîhrîcana gerok dîsa em ê hewl bidin ku axa mirî ya li ser bajar, navçe û gundên me yên derbxwarî rakin. Me wek Ma Music planek daye ber xwe. Em ê 5 navçe û bajarên pîlot hilbijêrin û bi koma xwe ya ji 36 kesan pêk tê, em ê biçin li wan deran atolyeyên muzîkê çêbikin.”   Herî dawî Gulesra Gullu belgeya stratejîk a bajarên dost ên zarokan xwend.