MEDÎ-DER bi 4 zimanan vebû 2019-05-15 14:37:57 MÊRDÎN – Komeleya Zimanên Bêdawî ya Mêrdînê ku dê bi zimanê kurdî, ermenîkî, suryanîkî û tirkî perwerde bide, vebû. Serokê Komeleyê Serkef Botan diyar kir ku dê ji bo jiyandina zimanê herêmê têkoşîn bidin.    Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê Komeleya Zimanên Bêdawî ya Mêrdînê (MEDÎ-DER) ku dê bi zimanê kurdî, ermenîkî, suryanîkî û tirkî perwerde bide, vebû. Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Tûma Çelîk û Gunay Aslan, hevşaredarên HDP’î yên Mêrdînê, nivîskarên kurd û gelek kes tevlî vekirina komeleyê bûn.    Di vekirinê de Endamê Lîjneya Rêveberiya MEDÎ-DER’ê Abdulkerîm Koşan axaftinek kir. Koşan anî ziman ku serlêdana xwe ya damezrandinê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê de kirine û îro di 15’ê Gulanê de jî komeleya xwe vedikin. Koşan destnîşan kir ku dê komeleya wan xizmetê ji gelên herêmê re bike û wiha got: “Em ji bo hînkirina zimanê zikmakî ya zarokên xwe û xizmeta hemû gelan li vir in.”    Serokê MEDÎ-DER’ê Serkef Botan jî axaftineke kurt kir û got ku bi zimanê kurdî re ji bo jiyandina zimanên qedîm ên herêmê têbikoşin.