Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin 2019-05-15 10:47:11 AMED – Li Amedê ji bo Cejna Zimanê Kurdî bernameyek hat lidarxistin. Di bernameyê de dengbêj û hunermendan klam gotin û çîrok vegotin.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, li Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameyek li dar xist. Di bernameyê de Rêveberê MED-DER’ê Sedan Baran axaftinek kir. Baran bi bîr xist ku ji sala 2006’an ve ji ber weşandina roja Kovara Hawarê 15’ê Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Baran gotinên Celadet Alî Bedîrxan a “Kurdno malxerabno an nebejin em kurdin an jî bi kurdî bixwînin, binivisînin, biaxivin” jî bi bîr xist û axaftina xwe bi dawî kir.    DENGBÊJ Û ÇÎROKÊN KURDΠ   Piştî axaftina Baran dengbêj Xemlixan û Reşo derketin sahnê û klam gotin. Piştî denbêjan çîrokb3ej derketin sahnê û çend çîrokên kurdî vegotin. Piştî çîrokbêjan jî hunermend Rênas Pîro derket sahnê û stran gotin. Hunermend Pîro di dawiya stranên xwe de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û xwest ku herkes ji bo piştgiriya çalakiyê dengê xwe derxe.    LÎSTIKA ŞANOYÊ   Herî dawî jî lîstika Tartûffe ya şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku sextekariya di bin navê olê de dike mijar hat lîstin. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve bi baldiriyek mezin hat temaşekirin.  Di dawiya lîstikê de lîstikvan Ozcan Ateş axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û banga xwedîderketina zimanê kurdî li temaşevanan kir.