Li Mêrsînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin 2019-05-12 15:43:50 MÊRSÎN - Li Mêrsînê, bi tevlîbûna hunermend, xwendekar û dengbêjan 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurd hat pîrozkirin. Li Mêrsînê bi tevlîbûna hunermend, xwendekar û dengbêjan 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurd hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kur dli Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê hat lidarxistin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û navçeyên Mêrsînê û xebatkarên Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurd (KURDÎ-DER) a b KHK’ê hatîbûn gîrtîn beşdarî pîrozbahiyê bûn.    'DIVÊ PERWERDÊ LI MALAN BÊ DEST PÊ KIRIN’’   Piştî deqeyek rêzgirtinê  pîrozbahî dest pê kir. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Mûstafa Işik, di pîrozbahiyê de axivî û wiha bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî: “Divê zimanên li cîhanê bi tunebûnê re rû bi rûne bên parastine. Divê zimanê Kurdî bê pêşxistin.”   Rêveberê KURDÎ-DER’Ê Emîn Aksû jî, têkildarî dîroka zimanê Kurd agahiyên girîng dan beşdarvanan û wiha got: “Ji bo pêşxistina zimanê Kurdî li malan perwerde dayîn şerte. Di ji bo zarokan li malna perwerdê bê dayîn.”    Piştî axaftinan, pîrozbahî bi xwendina helbest û gotinan stranan bi dawî bû.