Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê 2019-02-10 09:01:18   AMED - Asoya Helbesta Kurdî ya ku li ser sepana telefonan xebatên helbestên kurdî birêve dibir dawî li sepanê anî û derbasî malpera înternetê bû. Rêveberên malperê di salvegera rizgarkirina Kobanê de dest bi weşanê kir û gotin armanca wan ew ku helbesta kurdî bigihînin her devera cîhanê.    Xebatkarên Asoya Helbesta Kurdî ku nêzî 10 sal e li ser helbesta kurdî xizmetê didin, piştî sepana telefonan niha jî malperek xisûsî ji bo helbesta kurdî vekirin. Malpera ku em behsê dikin di salvegera rizgarkirina Kobanê de dest bi weşana xwe kir û niha li ser malperê li hêviya xwînerên helbesta kurdî ye.   PIŞTÎ SEPANAN MALPER   Asoya Helbesta Kurdî ku ev 3 sal e wek sepaneka Androîdê xizmetê dida xwînerên xwe niha derbasî malpera înternetê bû. Berhevkirin û sererastkirina malpera Asoya Helbesta Kurdî Rênas Xendekî û beşa teknîkê ya malperê jî Mazlum Odogan tê birêvebirin. Rênas Xendekî der barê sepan û niha jî malpera Asoya Helbesta Kurdî ev agahî dan: “Sepan hinekî teşqele ye, divê ji bo her helbesteka nû tu sepanê rojane bikî an jî herkes her demî nikare xwe bigihîne sepanê ser meselê yên telefonên wan IOS (Iphone) nedikarîn xwe bigihînin vê xebatê; ji ber wê malper hatiye vekirin da ku herkes ji her derî bi her amûra teknolojîk a ku înterneta wê heye bikaribe xwe bigihîne helbesta kurdî.”   'EM Ê HELBESTA KURDÎ BIGIHÎNIN DINYAYÊ'    Xenekî destnîşan kir ku Asoya Helbesta Kurdî hewl dide ku bi rêya înternetê helbesta kurdî bigihîne her deverê dinyayê û got: "Êdî dewran guherî, dem dema teknolojîyê ye. Divê em jî xwe li gor vê dewrê biçerxînin. Bi vê mebestê îro Asoya Helbesta Kurdî malpereka helbestê vekirin û dibêjin em ê her tim helbesta kurdî bigerînin û belav bikin û bigihînin her kesî."    NAVEROKA MALPERÊ DEWLEMEND E   Hin taybetiyên malperê wiha ne:    "* Helbesta Îro: Hûn dikarin ji vê beşa malperê her roj helbesteka kurdî bixwînin.   * Helbest Tevlihev: Hûn ê bi vê beşê bikaribin ji nava malperê 24 helbestan tevlihev bikişînin û tevlihev rêz bikin û helbestên nû keşf bikin.   * Lîsteya Helbestvanan: Hûn ê bi vê beşê lîsteya şairan bibînin. Li gel lîsteyê hûn ê hejmara helbestên wan helbestvanan bibînin.   * 5 Helbestên Populer: Hûn ê di vê beşê de 5 helbestên herî bêhtir hatî tikandin bibînin.   * Şîrove: Hûn dikarin her helbestê şîrove bikin, binirxînin û fikrên xwe yên li ser helbestê biweşînin.   * Gotar: Hûn ê di vê beşê de gotar û nivîsên li ser helbesta kurdî bibînin, malper wê ji nivîs û gotarên nû û yên berê arşîvekê çêke.   * Helbest Bişîne: Hûn dikarin bi rêya vê beşê ji malperê re helbestan bişînin. Helbestên xwe jî yên şairekî jî hûn dikarin bişînin, piştî lijneya malperê erê kir wê bên weşandin. Lêgerîna Berfireh: Hûn dikarin bi vê beşê lêgerîneka berfireh di nava hemû helbestan de bikin, di nava hemû helbestan de li peyvekî an jî hevokekî bigerin.   * Lêgerîn û Medya Civakî: Hûn dikarin navê helbestekê li qutîya lêgerînê de binivîsin û herin helbestê. Û ji lînkên jor Asoya Helbesta Kurdî ji hesabên wan ên medya civakî bişopînin.   * Reklamok: Hûn ê di vê beşê de reklamên kurdî bibînin. Malper vê gavê wê reklaman ji Googlê negire, wê reklamên kurdî biweşînin. Hûn jî dikarin ji bo reklama pirtûk, kovar, malper, blog, weşanxane û hwd. tiştên xwe ji wan re binivîsin û reklama xwe di malperê de biweşînin."    WÊ JIYANA HELBESTVANAN JÎ BIWEŞÎNE   Ji bilî helbest û gotaran, malper wê di demeka nêzîk de jiyana helbestvanan jî yeko yeko ji bo xwîner û meraqdaran biweşîne. Hûn jî dikarin alîkarîyê bidin wan, jiyana helbestvanekî an jî helbestekê bişînin.   Xwîner xwe dikarin li ser lînka www.helbestakurdi.com bigihînin malperê.    MA / Bîlal Guldem