Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir 2019-02-09 09:54:22 AMED – Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek li dar xist û danasîna albuma xwe “Axpîn (Axa bi bereket)” kir. Aslan şevê bi stranên kirmanckî û bi awaza cura û gîtara xwe geş û xweş kir.  Hunermend Mîkaîl Aslan ji bo danasîn albûma xwe ya 9’emîn “Axpîn” bi organîzekirina Ajansa Meya li Mala Mamosteyan a Amedê konser li dar xist. Hunermend Cemîl Qoçgirî jî Aslan bi tenê nehişt û li ser dikê cih girt. Bi sedan welatî beşdarî konserê bûn û bûn mêvanê curaya Aslan û Qoçgirî.    Aslan bi zaravayên kirmanckî û kurmancî û tirkî stran gotin. Cemîl Qoçqirî jî stran got û deng û awazên curaya her du hunermendan li salonê olan da. Gîtarvanê biçûk Cem Şivan Ergul ê ku li gelek mihrîcanên navnetewî di lêdana gîtarê de bûye yekemîn jî bû mavên şevê û ji bo stranekê gîtar lê da.   ‘AXPÎN XÊR Û BEREKET E’   Aslan di konserê de axivî û diyar kir ku navê albûma wî “Axpîn” tê wateya “Axa bi xêr û ber” û ev salan e ji bo çanda kurdî xizmetê dike û dê vê xizmetê berdewam bike. Aslan da zanîn ku her kes bi civaka xwe tê nasîn û got: “Her tim hevrê, gel û civak lazim e. Em hêvîdarin wê rojên xweş, biratî û aştî bên ser vê axê.”    ‘BILA HEMÛ GIRTÎGEH BIBIN MALÊN ÇAND Û PIRTÛKXANEYAN’    Aslan bal kişand ser kirinên qeyûman ên li dijî çanda gelê kurd û wiha got: “Kesên bi îradeya gel hatin bijartin divê bi îradeya gel jî biçin. Tayînkirina qeyûman ne çareseriye. Li tu deverê dinyayê tiştek wiha ne mijara gotinê ye. Li tevahiya cîhanê girtîgeh tên tunekirin, lê li Tirkiyeyê girtîgehên di cîhanê de herî mezin tên çêkirin. Divê hemû girtîgeh veguherînin malê çand û pirtûkxaneyan. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî li welêt zihniyet biguhere.”    Aslan konsra xwe bi strana “Elqajiyê” bi dawî kir û piştî konserê jî albûma xwe ji muzîkhezan re îmze kir.