LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir 2019-01-20 08:20:32 AMED – Koma muzîkê LaWje li Amedê konserek bêhempa li dar xist û şevê li bi newayên stranên Colemêrgê şên kir. LaWje strana “Yar Herê Leylê” diyarî Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kir.    Koma muzîkê ya LaWje ku bi berhevkirina stran û kilamên herêma Colemêrgê dibêjin tê nasîn li Amedê konserek bêhempa li dar xist. Konser li Mala Mamosteyan a Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê pêk hat. Bi sedan muzîkhez û hin nivîskarên kurd beşdarî konserê bûn. Endamên LaWje bi cilên xwe yên gelerî yên herêma Colemêrgê derketin ser dike.    ‘EM NEÇARIN BARÊ HILDIN’    LaWje bi strana “Hay meşke” dest bi newayên xwe kir û pişt re solîstê komê Alî Tekbaş axivî û diyar kir ku ji ber ew li Amedê kelecanek germ daye wan û got: “Gelek hunermend û nivîskarên me û muzîkhezên muzîka kurdî ji bo çand û hunera kurd gelek ked dane. Em carek din wan hemû bibîr tînin. Niha barê wan li ser milê me ye. Em neçarin barê ragirin. Em bi vê yekê gelek kêfxweş in. Em jî hewl didin stranên wan bigîjînin we. Em wan carek din bibîr tînin. Çand û zimanê me girîng e. Divê em her deverê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.”    HRANT DÎNK JI BÎR NEKIRIN    LaWje rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk ê 12 sal berê li Stenbolê hat kuştin jî bibîr anî û stranek diyarî wî kir. Her wiha LaWje dema strana “Porê delala min sor e” got Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî ji bîr nekir û silavên xwe jê re şandin. LaWje ji bo Demîrtaş got “Her çiqas ew ne di nava me de be jî lê ew delalê dilê me ye.”    STRAN DIYARÎ LEYLA GUVEN KIRIN    LaWje greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi bîr xist û strana “Yar Herê Leylê” diyarî Guven kir.    AMEDÊ BI STRANAN COLEMÊRGÊ ŞÊN KIR    LaWje salonê bi kilam û stranan herêma Colemêrgê şên kir û welatiyan dilgeş kir. Di hin stranan de welatiyan jî nakaratê stranan li komê dubare kir. Kêliyekî jî dengê çepikan ji salonê kêm nebû û welatiyan li ber hin stranan govenda herêma Colemêrgê gerandin.