Weşanaxaneya Ava: Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin 2019-01-12 09:13:30 EDENE – Weşanxaneya Avayê ku tev li Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê bû, xwîner vexwandin standa xwe. Nivîskarê Weşanxaneya Avayê Ronî War, destnîşan kir ku du sal in xwînerên kurdî kêm bûne û bang li gelê kurd kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.  Weşanxaneya Avayê ya tev li Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê bû, xwînerên kurdî vexwand standa xwe. Nivîskarê Weşanxaneya Avayê Ronî War diyar kir ku ew bi sê pirtûkên nû tev li fûarê bûne. Her wiha War destnîşan kir ku du sal in hejmara xwînerên kurdî kêm bûye.    'EM LI BENDA XWÎNERAN E'    War, destnîşan kir ku ew bi pirtûka nû ya "Gotinên Nîvcomayî" ya Îhsan Bîrgul, "Eliyê Etmankî û Filîtê Quto" ya Yakûp Meşe û "Bêjing" a Diljen tev li pêşangehê bûne û got: "Em dixwazin di van rojên dawî yên pêşangehê de xwînerên kurdî bên standa me. Xwedî li helbestvan, nivîskar û pirtûkên xwe derkevin. Em li benda xwîneran e."    'DIVÊ TIM XWEDÎTÎ LI ZIMAN BÊ KIRIN'    War, destnîşan kir ku di warê xwendina bi kurdî de pêldariyek heye û ji ber atmosfera siyasî û çewisandinan xwînerên kurdî pir nêzî weşanxaneyên kurdî nabin. War, bilêv kir ku piştî Rewşa Awarte xwînerên kurdî xwe ji weşanên kurdî dûr xistine û got: "Em di serdemeke wisa de ne ku, ji ber tiştekî biçûk jî mirov ji kar tên derxistin. Mirov tên girtin û bi salan bêyî bên dadgehkirin di girtîgehan de dimînin. Xwîner dibêjin 'Bila ev serdemm biqede, em paşê li zimanê xwe vegerin.' Ev tiştekî şaş e. Divê xwîner tim û tim xwedî li ziman û edabiyata xwe derkevin. Zext û zorî çi dibin bila bibin divê xwedî lê derkevin."    War, anî ziman ku bi awayekî pir aşkere li ser kurdî sansurek tune ye û got: "Lê belê, mesela ji ber min bi kurdî nivîsand ji kar hatim derxistin. Piştî 25 mehan şûnde teblîx kirin ku ji ber endamê Komeleya Nivîskarên Kurd im ji kar hatime derxistin. Kes ji min re nabêje çima tu vî tiştî dixwînî an jî dinivîsînî. Berê jî wisa bû. Te dikaribû derxîne, mirov li gel xwe digerandin û bi vî awayî dihatin girtin. DIvê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Divê em li her derî bi kurdî biaxivin, da kurdî pêş bikeve."    MA / Hamdullah Kesen