Li Heskîfê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin 2019-01-11 09:19:33 ÊLIH - Li navçeya Heskîfê ya xwedî dîrokeke 12 hezar salî, ji ber Bendava Ilisûyê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin.  Li navçeya Heskîfê ya xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye, ji bo Bendava Ilisûyê rûxandin didome. Her çend navçe hemû krîterên UNESCO'yê di xwe de dihebîne jî, lê belê ji ber hikûmetê ji bo vê serî li UNESCO'yê nedaye di nav Lîsteya Mîratên Cîhanê de cih negirt. Lê belê niha ji bo bendavê her roj tê rûxandin. Heta niha Mizgefta Eyyûbî, Hemama Artûklû, Tirbeya Zeynel Beg, Zawiyeya Îmam Abdullah, Deriyê Romayê ji cih hatin rakirin û hatin veguhastin.    Her wiha minareya Mizgefta El-Riziq jî ji cih hat rakirin. Hat diyarkirin ku wê çend roj şûnde beşên mizgeftê yên mayî jî ji bin ve bên rakirin. Lê belê nehat hînbûn ku ka kemçeyên li ber dîwarên mizgeftê bê çi qas zirar dane dîwarên dîrokî yên mizgeftê.    Ligel van qewimînan, dîwarên keleha dîrokî ya Heskîfê jî bi betonê tên girtin. Bi zinarên ku ji quntarên Çiyayê Ramanê tînin, di navbera Çemê Dîcleyê û dîwarên kelehê de tên bicihkirin. Tê îdiakirin ku dê bi vê yekê rê li ber rûxandina keleha Heskîfê bê girtin, lê belê heta nha bilindahiya seta bi kevarn hatiye çêkirin Mizgfeta El-Riziq derbas kiriye. Bi vî awayî silûteya dîrokî tê windakirin.