Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwînerên xwe re tê ba hev 2018-12-06 09:19:43   AMED – Helbestvan Rênas Jiyan dê roja şemiyê li Stenbolê bi xwînerên xwe re bê gel hev û li ser wêjeyê gotûbêj bike û pirtûkên xwe îmze bike.    Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronak, nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan di 8’ê kanûnê de li Stenbolê bi xwînerên wî re tîne gel hev. Jiyan dê hem gotubêj li dar bixe û hem jî pirtûkên xwe îmze bike. Ev çalakiya gotubêj, helbest xwendin û îmzekirinê dê li Şevîn Cafe ya Taksîma Stenbolê bê lidarxistin. Însiyatîfê bang li xwîner û hezkiriyên wêje û zimanê kurdî kirin ku beşdarî çalakiya wan wêjeyî bibin.