Jinan pirtûka 'Di Siyaseta Kurde Rengê Mor ê Jinan' îmze kirin 2018-11-10 15:50:28   WAN - Pirtûka "Rengê Mor ê Siyasetê" ya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, di girtîgehê de nivîsandibû li Wanê ji aliyê jinan ve hat îmzekirin.     Ji aliyê Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja çalakiya îmzeyê ji bo pirtûka Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê, Gultan Kişanak a bi navê 'Di Siyaseta Kurde Rengê Mor ê Jinan' hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay, parlamenterên HDP'ê yên Wanê û gelek jin beşdarî çalakiya îmzeyê bûn.    Çalakiya îmzeyê bi eleqeya mezin a jinan bi dawî bû.