'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin' 2018-11-06 12:53:01   AMED – Baroya Amedê dê "Pêşengeya wêneyan a Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" ku wêneyên mafên mirovan û azadiyê vedibêje veke. Baroyê ji bo pêşengehê bang li hemû wênekeşên amator û profesyonel kir.    Baroya Amedê ji bo 3'emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dê  "Pêşengeha Wêneyan a Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" veke. Baroyê ji bo pêşengeyê bang li hemû wênekêşên amator û profesyonel kir. Baroyê di bangê de diyar kir ku Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling a Sûra Amedê dema ji bo parastina dîrokê daxuyani dida hat qetilkirin.