Ji Weşanên Lîsê 2 pirtûkên nû: Xana Xemê û Bêhna Dara Sincê 2018-09-17 09:04:35   AMED – Weşanên Lîs pirtûka helbestan a Berken Bereh a Xana Xemê û romana Dilawer Zeraq a Bêhna Dara Sincê çap kir.    Weşanên Lîs li pirtûkxaneya xwe 2 pirtûkên din zêde kir. Weşanxaneya Lîsê pirtûka helbestan a Berken Bereh a Xana Xemê û romana Dilawer Zeraq a Bêhna Dara Sincê çap kirin. Her 2 pirtûk jî di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girtin.    XANA XEMÊ: BERKEN BEREH    Helbestkar Berken Bereh ku berê bi pirtûkên Êş, Şagirtên Evînê, Pandomîm, Şîna Helbestê, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re, Ji Dûriyê Re û Xewna Dawî di dilê xwendevanên xwe û helbesthezan de cih girtibû vê carê jî bi pirtûka Xana Xemê bal dikişîne ser gelek aliyên jiyanê û taybetmendiyên mirov. Di Xana Xemê de bê şik û guman e ku lîstikvana sereke xem e. Ev yek xwe di gelek helbestan de dide der. Rastiyeke din jî heye ku ew xem ne bê sedem û bingeh in. Ku hûn bixwînin hûnê bibînin ku ew xemên we bi xwe ne.   HELBESTEK JI XANA XEMÊ: BELAWELA   min ruhê te li eyneya ruyê xwe nexş kir di şevên dirêj de guhdarîya çîroka xwe bik ji nû ve verêse ayetên min ji te re nivîsî her li berbangê vemale kil û kêmasiyên xwe dibim hekîmê bêserûberiya ruhê xwe destê bêrîkirinê raberî mêvanên nenas bik  serê hefsarê hest û ramanan berde lew bajêr her teng e, mirov keriyê belawela   BÊHNA DARA SINCÊ: DILAWER ZERAQ   Pirtûkeke din a hêja ku Weşanên Lîs çap kir jî romana Bêhna Dara Sincê ya Dilawer Zeraq e. Zeraq, ji sala 1996’an bi vir de bi kurdî çîrok, roman û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de ked dide. Berhevkariya biwêjên kurdî dike û li ser rênîşa kurmancî, etîmolojî û standardizasyona kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Dîsa ligel berhemên xwe berhemên wêjeyî  yên bi tirkî jî werdigerîne kurdî. Pirtûka ku herî dawî wergerande kurdî jî romana Bêsîber (Gölgesizler) a Hasan Alî Toptaş bû.   JI BÊHNA DARA SINCÊ PASAJEK   “… Tişt di hişê min de bi goşt û can bûn. Çi bûn? Xewn an jî xeyalên di aşopê de zindîkirî… Nizanim. Çima heta niha bala min neçûbû ser wê darê? Ji nişkê ve her tişt nas hat bi min. Dar û ber, çîya, gir û newal. Bi min wisan hat, mîna ku di wextekî wextan de ez li wir bûme… Li pêş wan giren jihevqutoquto û… Û dara sincê. Dibezim… Dibezîyam… Lê min nedidît. Dara sincê… Digel min… Li cem min… Min nedît…”   BERHEMÊN DILAWER ZERAQ   Dilawer Zeraq, pirtûkên ku heya niha weşandine wiha ne: Kakil (Çîrok), Bişirîna Şermînî (Çîrok), Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Roman), Çilkên Pênûsê (Çîrok), Mirina Bêsî (Roman), Nexşên Li Giyan (Roman), Rajena Kurdî (Rexne û Analîz), Ferhenga Biwêjan (Ferheng), Ferhenga Termên Matematîkê (Ferheng), Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê de (Analîza Sosyolojiya Wêje û Zimên).   Pirtûkên ku Zeraq ji tirkî wergerî kurdî jî kirine ev in: Ejdehayê Sêserî - Leyla Erbîl (Çîrok), Jiyana Li Madrîdê – Oya Baydar (Çîrok), Gelaciyên Bajarê Nû – Muge Îplîkçî (Çîrok), Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir – Jaklîn Çelîk (Çîrok), Şahiya Hêrsê – Jaklîn Çelîk (Roman), Bêsîber – Hasan Alî Toptaş (Roman).