Pirtûka li ser zarokên salên 90’î hatî nivîsandin: Hespê Şeytên 2018-07-19 09:15:38   MÊRDÎN - Pirtûka Kurdî ya bi navê “Hespê Şeytên” a li ser çîrokên jiyana zarokên di pêvajoya  şer a salên 90’î de dijiyan hat nivîsandin, li Weşanxaneya Aryen hat weşandin.    Pirtûka Kurdî ya bi navê “Hespê Şeytên” a ji aliyê xwendekarê Beşa Wêje ya Zanîngeha Mêrsînê Kadir Stêra ve hat nivîsandin, li Weşanxaneya Aryen hat weşandin. Pirtûka tenê bi zimanekê hatî nivîsandin, ji 4 beşan  û 80 rûpelan pêk tê.    BANDORA TEKNOLOJIYÊ YA LI SER JIYANA XWEZAYÎ   Pirtûka ji 7 çîrokan pêk tê, di beşa yekemîn de, nivîskarê pirtûkê balê dikişîne ser derdor û derûniya pêvajoya  şer a salên 1990’î ya zarok tê de dijiyan. Di vê beşê de, mijara bandora şer a li ser lîstûkên zarokan dike jî, bi awayekê balkêş tîne ser ziman û behsa bandora teknolojiyê ya li ser jiyana xwezayî ya zarokan dike jî, dike.   Di beşa duyemîn a pirtûkê de jî, behsa zarî û zehmetiyên nivîskarê binavê “Rênas” ê dixwaze pirtûka Kurdî binivîne, lê ji ber rewşa wî ya aborî tuneye rastî tê jî dike. Di beşa pirtûkê ya sêyemîn de jî, behsa hevberîbûn wêjeya modern û klasîk tê kirin. Di beşa dawî ya pirtûkê de jî, behsa lêgerînên heqîqetê yên li ser hin helbestan tê kirin.