'Cîhaneke bê muzîk dişibe bedeneke bê can' 2018-07-06 09:14:06 STENBOL - Albûma muzîka "As" a Serhat Ertûna derket. Ertûna, destnîşan kir ku dema gotin têr nake, muzîk dikeve dewrê û bi muzîkê ew pêwendiya hestan baş tê danîn û got: "Wisa difikirim ku cîhaneke bê muzîk, dişibe bedenên bê can."  Piştî albuma "Lamekan" albuma "As" a Serhat Ertûna derket. Di vê albumê de newayeke Ciwan Haco jî heye.    ‘ALBUMEKE POZÎTÎF E'    Ertûna, bilêv kir ku wan hewl daye ku di serdemeke ku pêdivî bi moral û motîvasyonê heye de, ew albumeke ku hêviyê di xwe de dihebîne derxînin û got: "Me ji dêvla stranên reşbîn, repertuareke pozîtîf û bihêvî hilbijart. Hêvîdar im di nêvengeke ewqas negatîf û aloziyî de ev album bibe cihê bêhnstendinê."    HER STRANEK XWEDÎ ÇÎROKEK E    Ertûna, anî ziman ku her straneke di albumê de xwedî çîrokek e û got: "Mesela strana 'Bikene', li erdnîgariyên ku ji ber çewisandinên civakiyî û polîtîk ken wekî zafiyetekê xwe dide der de û li hemberî terhê arbeskî, êş û keserê xwedî nêrîneke serîhildêr e." Ertûna, diyar kir ku di stranê de ne êş, cesaret, moral û bişirîn heye û di asasê xwe de 'Bikene' xwerexnekirin e.    ‘CÎHANEKE BÊ MUZÎK DIŞIBE BEDENÊN BÊ CAN'    Ertûna, diyar kir ku muzîk jiyan bi xwe ye û got: "Dema gotin têr nake, muzîk dikeve dewrê û bi muzîkê ew pêwendiya hestan baş tê danîn. Mirov di hemû rewşên hestiyar de berê xwe dide muzîkê û xwe di muzîkê de dibîne. Eger bi navê can tiştek hebe, tekane tişta ku wê xweyî dike jî muzîk e. Wisa difikirim ku cîhaneke bê muzîk, dişibe bedenên bê can."    Ertûna diyar kir ku herî zêde muzîk bi zimanê zikmakî xweş e û got: "Wisa difikirim ku herî zêde muzîk û hest bi zimanê zikmakî tê bilêvkirin. Hîn jî kurdî nayê hesabandin û bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîne. Divê li Tirkiyeyê û cîhanê kurdî di platformên hunerê de cih bigire. Sedema herî girîng ya ku bi kurdî sitrêm jî ev e. Ji bo vê yekê têdikoşim."