2 hezar û 700 sal in Wan sûdê ji Gola Rûsayê digire 2018-07-03 09:02:55 WAN - 2 hezar û 700 sal in ava Wan ji ava Gola Rûsayê sûdê digire. Qiralê Ûrartûyê yê II. Rûsa li lûtkeya çiyayên Kûh, Qazan û Erekê bi bendan Gola Rûsayê çêkiriye.  Gola Rûsayê ku di navbera navçeya Payîzava û Qelqeliyê de ye, 2 hezar û 700 sal in bi ava xwe ji bo Wanê goleke bivê nevê ye. Qiralê Ûrartûyê yê II. Rûsa, bi bendan ev gola çêkirî çêkiriye. Ji ber ku quling tên dora gola, navê Gola Qulingan jî lê hatiye kirin. Her wiha ji ber ku nêzî Taxa Keşîşê ye, jê re Gola Keşîşê jî tê gotin.    LI LÛTKEYA ÇIYAYAN HAT ÇÊKIRIN    Gola Rûsa li lûtkeya çiyayên Kûh, Qazan û Erekê ku di navbera navçeya Payîzava û Qelqeliyê de ne hatiye çêkirin. Ji ber ku li hêla wê ya rojava û bakurê rojava du bend hatine çêkirin bûye gol. Dema berfa ku zivistanê dibare û biharê dihele, ava ku kom dibe di bendan de xwe digihîne Gola Sîhkeyê ku li navneda Wanê ye.    AVA WÊ LI QUNTARÊN ÇIYAYÊ EREKÊ KOM DIBE    Her wiha ji bo ava ku di cihokeke teng de pêşiya wê hatiye girtin û kom dibe, bendek nû hatiye çêkirin. Bi vê bendê herikîna avê bi lez çêdibe û xwe digihîne navenda Wanê. Ev ava ku li quntarên Çiyayê Erekê kom dibe, herî dawî xwe digihîne Gola Sîhkeyê ya li navenda bajêr. Bi vê avê erd tên avdan.   Ji bilî vê Gola Rûsayê bala turîstên xwecihî û biyanî tev de jî dikişîne. Quling, weredek, qaqlîbaz û gelek çivîkên din li dora vê golê kom dibin û ev yek bala wênekêşan jî dikişîne. Ji ber ku derdora golê qemirgeh e çivîk tên li dorê datînin. Her wiha li qeraxa golê kulîlkên reng rengî jî şîn tên û ev yek jî bala wênekêşan dikişîne.      MA / Mujdat Can