Di dema Rewşa Awarte de qada hunerê jî bi çewisandinan re rû bi rû dimîne 2018-06-11 09:13:57 HATAY - Ciwanên Hatayê, ji bo çand û zimanê erebî bi pêş bikeve, ligel şanoyê dest bi kişandina fîlmên metrajdirêj jî kirin. Lîstikvan Sevcan Rencuzogûllari, diyar kir ku herî zêde gel destekê dide wan. Her wiha Rencuzogûllari got, di dema Rewşa Awarte te ew zehmetiyan dikişînin.  Li Hatayê ciwanên ereb, ji bo pêşvexistina çand û zimanê erebî, çalakiyên çandeyî û hunerî li dar dixin. Ciwan bi kişandina fîlman û lîstikên şanoyî, çand û edetên gel didin der û hewl didin bi vî awayî zimanê erebî bi pêş ve bixin. Lîstikvan Sevcan Rencuzogûllari, der barê xebatên ku didin de hin agahî parve kirin.    'DESTEKA GEL HÊZÊ DE MIN'    Rencuzogûllari, anî ziman wê bi xwe lîstikvaniya xwe bi pêş xistiye û got: "Fikrê kişandina fîlmê bi erebî yê gel bû. Her wiha jixwe yek ji me jî ne sînemager e. Di sala 2009'an de min bi awayekî qerfî dest bi şanoyê kir. Lê niha bi awayekî cidî dikim. Her diçe bêtir xwe pêş ve dixim. Desteka gel hêzê dide min."    'ME FÎLMÊ DUYEM Ê METRAJDIRÊJ KIŞAND'    Rencuzogûllari, bi bîr xist ku fîlmê wan ê ewil ê metrajdirêj Hasan Fîsso ye û got: "Fîlmekî komediyî bû. Ji bo me gelê ereb taybetmendiya sereke ya vî fîlmî, kollektîfbûyîna wî bû. Gelê me zêde destek da me. Tim serdana seta me kirin û xwarin û vexwarin dianîn. Me wexteke xweşik derbas kir. Kêşana fîlm bi qasî mehekê dewam kir. Li gelek cihan hat pêşandan û bertekên ernî hebûn. Niha em fîlmê xwe yê duyem ê bi erebî yê metrajdirêj dikişînin. Fîlmê me 'Kayip Tas' e. Xwedî îdia ye."    Rencuzogûllari, anî ziman ku berê jî wê di fîlmekî metrajkin ku li Antaqyayê hat kişandin de lîstiye û di gelek mîhrîcanan de hatiye nîşandan. Rencuzogûllari got: "Lê piştî me ber ji van xebatan girtin, me bêtir xwe da hunerê." Rencuzogûllari, diyar kir ku her wiha di dema Rewşa Awarte de wan gelek zehmetî kişandine û got: "Du lîstikên me yên şanoyê hatin qedexekirin. Daxuyaniya wezaretê jî ew bû ku ji ber bi erebî bûn. Ev yek nayê qebûlkirin."