Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin 2024-01-14 08:18:46   MÊRDÎN - Komeke ciwanan li Mêrdînê kolan bi kolan geriyan û Serê Salê pîroz kirin.    Komeke ciwanan li Mêrdînê Serê Salê pîroz kirin. Ciwanên ku rûyê xwe boyax kirin û cil û bergên rengîn li xwe kirin, kolan bi kolan geriyan û li defê xistin. Ciwanên dikan bi dikan geriyan, di otobûsan de jî stran gotin. Ciwanan dovîzên “Sersal pîroz be” û “Serê salê bine salê, lanet bê qurmê darê” hilgirtin. Di pîrozbahiyan de dîmenên rengîn derketin holê.