Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’ 2023-01-28 13:18:55   AMED - Şanoya Bajêr a Amedê ragihand ku ew ê dahata ji lîstika “Dek û Dolabên Scapen” bexşî kampanya “Gelê me xezîneya me ye” ya HDP’ê bikin.    Şanoya Bajêr a Amedê diyar kir ku ew ê bi armanca piştevaniya alîkariya aborî bo HDP’ê lîstika “ “Dek û Dolabên Scapen” bilîzin. Şanoya Bajêr ragihand ku hemû dahata bilêtên ji lîstika “Dek û Dolabên Scapen” were dê bexşî kampanya “Gelê me xezîneya me ye” ya HDP’ê bikin. Şanoyê da zanîn ku ew ê di 5’ê sibatê de li ser dika Şanoya Bajêr derkevin pêşberî şanohezan.    Şanoyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em 5'ê Sibatê ji bo piştgirî bidin HDP'ê dilîzin. Dê hemû bilêdên lîstika me ji bo piştgiriya HDP'ê bin.”    Şanohez dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin bilêtan: https://biletinial.com/mekan/amed-sehir-tiyatrosu