Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin 2023-01-07 09:02:00 AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê di 13’yê çileyê de bi boneya “Sersala Kurdan” konserekê li dar dixe. Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn banga tevlibûna konserê li ciwan û gelê Amedê kir.    1’ê çileyê li seranserî cîhanê weke sersal tê pîrozkirin. Lê gelê kurd sersala xwe li gorî salnameya Rûmî pîroz dike ku li gorî salnameya Mîladî 13 rojan li paş dimîne. Di sersalê de zilam cil û bergên jinan û jin jî cil û bergên mêran li xwe dikin û digerin û bi gotina “Serê salê binê salê xwedê zarokekî/ê bide vê malê” li nava kolanan digerin. Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî bi hevkariya Îva Organîzasyonê dê bi boneya “Sersala Kurdan” li Eywana Dawetê ya Avayê ku li Semta Dîclekenta Peyasa Amedê ye pîrozbahiyekê li dar bixe. Di pîrozbahiyê de hunermend Azad Bedran, Hediye, Kadîr Çat û dengbêjên Komeleya Dîcleyê dê derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.    Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn têkildarî konserê bi ajansa me re axivî. Ekîn, ji ewil bal kişand ser Serê Salê û wiha got: “Her sal di 13’ê çileyê de tê pîrozkirin. Bi saya tevgera azadiyê û kesên çandparêz, ev çand dîsa tê zindîkirin. Weke kosegelî hinek ciwanên me yên mêr cilên jinan û yên jin jî cilên mêran li xwe kirin û bi erbaneyan li kolanan geriyan. Bi gera wan re li kolanan kêf û coşeke mezin çêbû.”    ‘DÊ BI COŞEKE MEZIN DERBAS BIBE’   Ekîn qala bernameya îsal kir û ev tişt anî ziman: “Em ê îsal jî vê xebatê bikin. Dîsa dê hinek ciwanên me wekî kosegelî li nava kolanên Amedê bigerin bi coşa xwe bangî welatiyan bikin. Em ê di danê êvarê de jî li Eywana Dawetê ya Avayê pîrozbahiya xwe bikin. Hunermend Kadîr Çat, Hediye, Azad Bedran û dengbêjên Komeleya Dîcleyê dê di konserê de cîh bigirin. Bawer dikim dê bi coşekî mezin derbas bibe. Hêvidarim ku ciwan û gelê Amedê tev li pîrozbahiya sersalê bibe, tevlibûneke xurt hebe û bi coşeke mezin pîroz bike. Banga me ew e ku gel û ciwan tev li bibin. Em ê bi hev re bihêz bibin.”   Cihê peydakirina bilêtan:    - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê - Ma Music - Komeleya Wêje û Çanda Jin (KASED) - Şanoya Bajêr a Amedê