Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin 2023-01-06 09:02:15   SÊRT - Hevserokê Botan-DER'ê Metîn Kiliçaslan bal kişand ser polîtîkayên asîmlasyonê yên li dijî kurdî, ji bo xwedîderketina li kurdî bang kir.    Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Botanê (Botan-DER) ku li Sêrtê hatiye avakirin, li dijî zextên li ser kurdî û polîtîkayên asîmlasyonê dixebite. Hevserokê komeleyê Metîn Kiliçaslan, diyar kir ku li bajêr li dijî kurdî polîtîkayên taybet tên birêvebirin û bal kişand ser pratîkên qeyûmên tayinî şaredariyan hatine kirin. Kiliçaslan anî ziman ku li ser kurdî polîtîkayeke çewisandinê ya sîstematîk heye û wiha got: "Avakirina komeleyê li bajêr bû cihê kêfxwşeyeke mezin. Li bajêr fûryayeke çavtirsandinê ya mezin hatiye afirandin. Extiyarên ku bi tirkî nizanin jî bi tirkî bi neviyên xwe re diaxivin. Me di serdanên xwe yên li malan de ev dît. Malbat bi israr bi tirkî bi zarokên xwe re diaxivin. A rast ev yek, xeteriya rewşê dide der."    Metîn Kiliçaslan   Kiliçaslan bibîr xist ku qeyûm tabeleyên bi kurdî yên li bajêr rakirine û navê park û kolanên bi navê rewşenbîr û nivîskarên kurd guherandine û wiha pê de çû: "Ji xeynî vê mudaxileyî stranên li dawetan jî dikin. Stranên tirkî tên ferzkirin. Mesela ji dêvla 'ax Kurdistan', dibêjin 'ax Gulistan'. Ev bi tena serê xwe înkarkirin  e. Banga me ya ji bo gelê bajêr; dawetên xwe bi reng û dengê xwe bikin. Li Sêrtê hem çanda Botanê hem jî ya Xerzanê heye. Yanî cihekî priçandî ye. Em bi vê ferasetê nêz bibin. Em li ber tu çewisandinan paş de gav neavêjin."    ELEQEYEKE ZÊDE HEYE   Kiliçaslan da zanîn ku mehek e dest bi perwerdehiyê kirine û ji bo qursên li komeleyê ev tişt gotin: "Me bi du polan û 4 mamosteyan dest bi perwerdehiya asta yekemîn kir. Serlêdan didomin. Gelek kesan serî li komeleyêd aye. Piştî serlêdan bi dawî bibin em ê polên nû vekin. Me bi asta yekemîn dest pê kir. Paşê em yên dud û sêyan jî bidin. Kesên bên asta mamostetiyê emê sertîfayên wan bidin wan. Paşê kesên mezûn bibin dikarin bên li vir dersê bidin. Perwerdehî dê tenê ne li komeleyê be. Em ê li tax û gundan bi gel re bicivin û perwerdehiyê bidin. Em ê bi çalakiyên bi kurdî bên cem hev. Em ê tirsa li ser kurdî hatiye afirandin bişikînin. Em hemû qadên jiyanê bikin kurdî."    MA / Fethî Balaman