‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’ 2023-01-04 10:18:10   STENBOL - Yek ji hunermendên NÇM’ê Baran Bozyel, têkildarî qedexekirina konserên bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” wiha got: “Kesên ku pergala cemaweriyê xera dikin ew in. Bi qedexekirina ziman sûc dikin.”   Qedexeyên têkildarî aktivîte û konserên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku di 27’ê îlona 1991’ê de li Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîran ve hat avakirin û di nav de zanyarê kurd Mûsa Anter jî hebû, dewam dikin. Konsera “Em ê bêjin” ku NÇM’ê dixwest di 17’ê kanûna 2022’yan de li Navenda Rapêşî ya Yahya Kemal Beyatliyê ya li Kuçukçekmeceyê li dar bixe, ji aliyê Qeymeqamtiya Navçeyê ve bi hinceta “Dê bibe sedemê xerakirina cemaweriyê” hate qedexekirin. Hunermendên NÇM’ê li ser vê biryarê konsera xwe li avahiya Rêxistina HDP’a Bagcilarê bi coşeke mezin li dar xist. Yek ji hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel, li ser qedexeyên dawî konserên hunermend û rêxistinên kurd axivî.    SEDEMÊ PIRSGIRÊKAN   Bozyel, anî ziman ku di hedefa qedexeyên li ser çanda kurd, nasnameya kurd heye û wiha got: “Sedemê van qedexeyan ji bêtehamuliyê wêdetir e. Niha têkoşîna têkildarî çand û zimanê gelê kurd her ku diçe mezin dibe û herîkîneke ku pêşiya wê nikare were girtin heye. Ez difikirim ku êriş jî li ser vê yekê pêk tên.”   Bozyel, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Heke pergal kurdî qebûl bike, wê neçar bimîne gelê kurd jî qebûl bike. Wê hebûna kurdan rewa bike. Ji ber vê yekê naxwaza kurdî rewa bike û qedexe dike. Lê ne tenê ji ber em kurdî distrên konserên me tên qedexekirin. Helwesteke me heye; em bi helwesta xwe pergala heyî rexne dikin û qebûl nakin. Heke tenê me muzîka kurdî çêkiribûya û pergal parastibûya ev qedexe nedibûn. Ji ber vê yekê hem helwesta me ya polîtîk hem jî pêşxistina zimanê dayikê, dibe sedemê qedexekirin û tirsandina wan.”   ‘KESÊN PERGALÊ XERA DIKIN EW BI XWE NE’   Bozyel, bal kişand ku konsera wan a dawî bi hinceta “pergala cemaweriyê û xerakirina asayîşê” hatiye qedexekirin û wiha got: “Esas kesên pergala cemaweriyê xera dikin ew bi xwe ne. Heke hûn bi qedexeya zimanekî, bi tunekirina çandekî wî gelî teşwîqî serhildanekê bikin, wê demê sûcdar hûn in. Li vê derê dewlet sûc dike.”   Bozyel, diyar kir ku êrişên li dijî çanda gelê kurd bi Tirkiyeyê re sînordar nînin û êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya di 23’yê kanûnê de li paytextê Fransayê Parîsê pêk hat bi bîr xist. Bozyel, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Komkujiyeke eynî weke ku di 9’ê çileya 2013’an de 3 hevalên me yên jin hatin qetilkirin pêk hat. Êdî şermezarkirin tê re nake, lanet dikim. Esas em di demekî ku şerê hebûn û nebûnê didin de ne. Ev ne çalakiyeke hesan ku nijadperestekî kiriye ye. Ev sûîkasteke bi plankirî bû. Ev suikast jî plana hêzên navneteweyî ya hevkar bû. Em ê gotina stranên xwe yên bi kurdî û axaftina xwe bidomînin.”