Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû 2022-12-22 16:28:03   AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê aşkere kir.     Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê aşkere kir. Di navbera 5-7'ê çileyê de Stand up a bi navê "Dawiya Dawî" ku derhêneriya wê Kemal Gokhan Gurses dike, di 11 û 12'ê çileyê de lîstika Fernando Arrabal a bi navê "Seyrana Li Çeper" ku derhêneriya wê Ferhat Feqî dike, di 13 û 14'ê çileyê de lîstika "Don Kîxot" ku derhêneriya wê Ferhat Feqî dike, di 15 û 19'ê çileyê de lîstika "Masîreşka Biçûk" ku ji aliyê Samed Behrengî ve hatiye nivîsîn û derhêneriya wê Rezan Kaya dike û di 20-21-27-28'ê çileyê de lîstika "Dek û Dolabên Scapen" ku ji aliyê Moliere hatiye nivîsîn û derhêneriya wê Ozcan Ateş dike wê bên pêşandan.   Bernameya meha çileyê wiha ye:    "* 6 û 7'ê  çileyê saet di 19.30'an de “Dawîya Dawî” Stand up Derhêner: Kemal Gokhan Gurses    * 11 û 12'ê çileyê saet di 19.30'an de Kom Nîsk Huner  “Seyrana Li Çeper” Nivîskar: Fernando Arrabal Derhêner: Nazmî Karaman    * 13-14'ê çileyê saet di 19.30'an de “Don Kîxot” Ji Romana Miguel De Cervantes Şanoname Derhênerî: Ferhat Feqî   * 15 û 19'ê çileyê saet di 13.00'an de “Masîreşka Biçûk” Nivîskar: Samed Behrengi Derhêner: Rezan Kaya    * 20-21-27-28'ê çileyê saet di 19.00'an de  “Dek û Dolabên Scapen” Nivîskar: Moliere Derhêner: Ozcan Ateş"     Şanohez dikairn bilêdên lîstikan li ser vê lînkê bigirin: https://biletinial.com/mekan/amed-sehir-tiyatrosu