Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket 2022-11-15 11:13:05   ENQERE - Hejmara nû ya kovara mîzahê ya bi kurdî Golik ku girtî dinivîsin û xêz dikin, bi berga “Jin jiyan azadî” derket.    Kovara karîkatur û mîzahê ya bi kurdî Golik, weşana xwe ya ku piştî 5 salan di 1’ê tebaxê de jinûve dest pê kir, didomîne. Kovara ku nivîskar û xêzkerên wê ji girtiyan pêk tê, ji ber girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin û pirsgirêkên aboriyê di sala 2017’an de neçar ma navberê bide weşana xwe. Kovara Golik ku piştî pênc salan jinûve dest bi weşana xwe kir, di hejmara 20’an de bi berga dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li Îranê di çalakiyan de bû perspektîfa bingehîn a jinan derket.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Kovara Golikê ku gelek nivîskarên wê girtî ne Îsmaîl Aktaş, têkildarî 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên Di Girtîgehê De ya Cîhanê nirxandin kirin.    ‘GOLIK ÎTAETÊ QEBÛL NAKE’   Aktaş, diyar kir ku Golik kovareke mîzahê ya bi kurdî ku girtiyên siyasî di sala 2012’an de derxistiye ye û bi lêv kir ku ji ber pirsgirêkên aborî yên li Tirkiyeyê û Kurdistanê neçar man ku 5 salan navberê bidin weşanê. Aktaş, anî ziman ku Golik yekane kovara mîzahê ya bi kurdî ye û wiha got: “Ruhekî Golikê yê ku serî natewîne, îtaet nake heye. Hûn nikarin Golikê bi ben girê bidin. Ji ber vê yekê girtiyên siyasî yên kurd biryar dan ku navê kovarê bibe Golik. Golik 3 mehan carekê jî be derdikeve. Weke yekane kovara mîzahê û karîkaturê ya bi kurdî derdikeve û em bi serbilindî dibêjin: Kovara kurdan a herî mezin e. Ev ji bo serbilindiyeke. Ji ber vê yekê em gelek keyfxweş in.”   BANGA ‘YEKITIYÊ’ LI KURDAN KIR   Aktaş, bi lêv kir ku di encama xebatên 9 mehan de, Golik beriya 6 mehan bi berga “Yekitî” hejmara ewil derxist û wiha berdewam kir: “Berga Golikê ya ewil jî ji bo ku kurd di navbera xwe de bê lebê bele yekitiyê pêk bînin bang kir. Ji hemû derdora siyasî ya kurd re banga ‘yekitiyê’ kir. Em bi çavê Golikekê lê dinerin, en bawer dikin ku wê di sedsala 21’an de yekitiya neteweyî ya kurdan teqez pêk were. Em bi eleqeyeke ku li bendê bûn zêdetir re rûbirû man. Golik tenê ji derdoreke siyasî sûd wernegirt. Biryar da ku bibe kovara kurdan. An ku kovara temamê kurdan e. Bi dirûşmeya ku ji bo kurdan difikire, kovara hemû rewşenbîr û zanayan derket.”   BERXWEDANA JINAN A LI ROJHILAT HATE SILAVKIRIN   Aktaş, bi lêv kir ku berga Golikê ya duyemîn bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ku bûye berxwedana jinên kurd a belavî hemû cîhanê bûye derket û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bi vê dirûşmeyê hem xwest berxwedana azadiyê ya jinên kurd a li Rojhilatê silav bikin hem jî me xwest vebêjin ku Golikê wê dirûşmeyê weke dirûşmeyeke sembol qebûl dike. Em dibêjin ne çar perçe em yek perçe ne. Gotina Qadî Muhammed a ‘du caran du nabe çar dibe yek’ hêj jî ji bo kurdan derbasdar e. Peywîreke Golikê ya wisa heye. Golik zêdetir ji Bakurê Kurdistanê sûdê digire lê hewl dide dengê Rojhilat, Rojava û Başûr jî ragihîne. Weke Bakûr li Rojhilat jî eleqeyeke zêde dît lê mixabin ji ber ambargoyê ji Rojava re nekarî bişînin. Ji ber zextên li ser Çapemeniya Azad ên di demên dawî de û girtin û binçavkirina xebatkarên çapemeniya azad ku dengê Golikê radigihînin, em gelek kêm digihin xwendevanên xwe.”   KETINA KOVARÊ YA GIRTÎGEHAN TÊ ASTENGKIRIN   Aktaş, daxuyand ku tevî nivîskar û xêzkarên Golikê di girtîgehê de ne jî kovarê nagirin girtîgehan û wiha lê zede kir: “Kovara kurdî neçare ji girtîgehê sûdê bigire ji ber ku gelek rewşenbîr, zana û pêşengên kurdan dîl girtî ne û di bin tecrîdê de ne. Ji ber vê yekê ji sedî 90 nivîskar û xêzkarên me girtî ne. Em tevî her tiştî dinivîsin, xêz dikin û weşana xwe didomînin.”   HEMÛ KURDAN HEMBÊZ DIKE   Aktaş, destnîşan kir ku bi kovarê armanc dikin ku hemû kurdan hembêz bikin û wiha domand: “Em fikirîn ku em dikarin çawa ji yekitiya netewî re xizmetê bikin. Me gelek rûpel lê zêdekirin. Me biryar da hem di her hejmarê de portreyekê çêbikin. Me biryar da ku zana, rewşenbîreke/î kurd an jî kesên ji bo kurdan hewl didin û fikrek danibin holê vebêjin. Me di hejmara ewil de Celadet Elî Bedirxan danasîn û pişta kovarê jî Kovara ewil a kurdî ‘Hawar’ bi cih kir. Yanî di hejmara portreyê de me hewl da bîra neteweyî û dîroka wê bidin. Di heman demê de rûpeleke xwendevanan jî heye. Kovara Golikê ne qada tîcarî û qada rantê ye.”   LI CEM KURDAN MÎZAH POLÎTÎK E   Aktaş, destnîşan kir ku mîzaha kurdan jî polîtîk e û got: “Zarokekî kurd ê 6 salî û kalekî/e kurd a 90 salî jî hakimê pêvajoya polîtîk in. Kurd tên dîl girtin. Em hewl didin tevî ev qas komkujî, êş û zehmetiyan mîzahê biafirînin. Em hewl didin vê bi zimanê dayikê bikin. Ev gel hêj li ber xwe dide û gotina ‘berxwedan jiyan e’ ji xwe re kiriye misyonek. Kedkar û zarokên vî gelî mîzahê diafirînin.”   ‘TIRKIYE VEGUHERANDIN GIRTÎGEHÊ’   Aktaş, diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamevanan veguheriye girtîgehê û ev tişt gotin: “Me mînaka vê di zextên li dijî rojnamevanan ên demên dawî de dît. Êrişeke têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bû. Madem hûn bi xwe bawer in, Yekitiya Bijîşkan a Tirk dikare biçe wê derê lêkolînan bike. Heke hûn bawerî bi wan jî neînin, Bijîşkên Sînor Nenas hene an jî şandeyeke din dikare biçe. Heta akademisyen an xwendekarên tipê ku we hilbijartine dikarin biçin. Lê desthilat biisrar li hember derdikeve û zextê li rojnamevanên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî nûçe çêdike. Şebnem Korûr Fîncanci digirin. Weke Golik helwesta me zelal e, hêvî dikin ku şandeyên navnetewî heqîqetê derxînin holê.”   MA / Stêrk Sutcu